Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê

  • rojane
  • 14:14 21 Çile 2019
  • |
img

ENQERE – Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît ji bo heyetek ji parlamenteran pêk bê biçin Girtîgeha Îmraliyê serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirova ya TBMM’ê da. 

Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît ji bo heyetek ji parlamenteran pêk bê biçin Girtîgeha Îmraliyê şert, rewşa tenduristiyê û binpêkirina mafên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lêkolîn bike serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirova ya TBMM’ê da.  
 
Koçyigît di daxwaznameya serlêdanê de got: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji bajarê Colemêrgê parlamenter hat bijartin. Her çiqas dadgehê biryara berdana wê da jî lê bi biryarek din dewama girtina wê dan. Ev biryara der barê Guven de tê wateya binpêkirina hiqûqa navxweyî û navnetewî.” 
 
‘OCALAN AKTORÊ HERÎ BI BANDOR E’ 
 
Di daxwaznameyê de greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji 8’ê Mijdara 2018’an ve didome hat bibîrxistin û tekane daxwaza wê ew e tecrîdkirina şidandî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê bê rakirin. Her wiha di daxwaznameyê de hat gotin daxwaza Leyla Guven daxwaza tevahiya gelê kurd e û hevdîtina di 12’ê Çile de ya Mehmet Ocalan a li gel Ocalan hat bibîrxistin. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Tecrîdkirina li dijî Abdullah Ocalan 20 sal in bi rejîmek taybet têbirêvebirin. Divê li dijî vê binpêkirina mafan, di serî de mafên bingehîn bicih bînin û bên parastin. Bêguman tevî hemû neyîniyên li dijî Ocalan, rol û mîsyona wî gelek girîng e. Di demek nêz de civaka Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê dît. Abdullah Ocalan dikare pêvajoya şer rawestîne. Ji bo muzakere pêk werin, şer bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi şiklên demokratîk bên çareserkirin aktorê herî bi bandor ê welêt e.
 
DAXWAZ Û ÇALAKIYA LEYLA GUVEN REWA YE
 
Daxwaza Leyla Guven daxwazek gelek aşkere û zelal e. Dixwaze ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan ê herî ku aktorek bi bandor e bi dawî bibe. 75 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven didome û êdî ketiye astek krîtîk. Çalakiya Leyla Guven çalakiyek rewa, mirovî, wîjdanî û hiqûqî ye. Bi Leyla Guven re lig elek girtîgehan ji 230 girtî zêdetir jî bi heman ramancê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Di grevên birçîbûnê de di planê yekemîn de berpirsiyariya dewletê ya jiyankirinê heye. Ji bo daxwaza wan bê qebûlkirin her tişt dikeve bin wezîfeya dewletê.”
 
Di beşa dawî ya daxwaznameyê de hat xwestin ku heyetek ji parlamenterên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirova ya TBMM’ê pêk were biçin Girtîgeha Îmraliyê ziyaret bikin û encama ziyaretê bi raya giştî re aşkere bikin.