Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?

  • rojane
  • 12:20 21 Çile 2019
  • |
img

DÎLOK – Li gorî agahiyên hatin bidestxistin ku Tirkiyeyê malbatên 70 endamên OSO yên li Efrînê hatin kuştin wan kiriye welatiyê Tirkiyeyê. Mijar berê bi pêşniyarpirsa Partiya ÎYÎ veguhestibûn rojeva Meclîsê. Hat zanîn ku di nava malbatên hildane welatîbûna Tirkiyeyê de malbata Fermandarê Giştî yê Tumena Sultan Murat Fehîm Îsa jî heye. 

 
Hat îdiakirin ku gelek malbatên endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) yên li Efrînê di şer de hatin kuştin, wan hildane hemwelatiya Komara Tirkiyeyê. Ajansa me di 17’ê adara 2018’an de bi nûçeya sernavê “Endamên OSO yên şandin Efrînê, welatîbûna Tirkiyeyê û tazmînata malê dan wan” vê rewşê anîbû rojevê û ev nûçe di medyaya navnetewî de jî deng vedabû. 
 
Ajansa Nûçeyan a Reutersê di nûçeya xwe ya 7’ê îlona 2018’an de ragihandibû ku endamên OSO yên li Sûriye şer kirin e û hatine kuştin Tirkiyeyê soza hemwelatîbûnê û malê daye wan. Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya ÎYÎ Aytun Çiray di 8’ê ilona 2018’an de bi pêşniyarpirsekê mijarê birîbû rojeva Meclîsê û xwestibû Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar û Alîkarê Serokomar Fuat Oktay bibersivînin. Hêj bersiv nedane pêşniyarpirsa Çiray. 
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di 14’ê çile de li Dîlokê malbatên OSO’yê hildane hemwelatîbûna Tirkiyeyê.
 
BEDELÊ KART JÎ JI DEWLETÊ YE 
 
Li gorî hewcehiya prosedurê divê ew kes ji bo welatîbûnê biçin serî li Miduriyetên Nifûs û Îdareya Koçberiyê ya Bajêr bidin. Lê li gorî agahiyên hatin bidestxistin ferdên malbatên OSO’yan karê welatîbûnê ji aliyê personelên taybet ve bi nepenî tê birêvebirin. 
 
Her wiha bihayê razandina ji bo kartê nasnameyê ku ji 15 lîreyî pêk tê jî ji aliyên personelên tabyet ve radizînin maliyeye. 
 
FERMANDARÊ OSO JÎ DI NAV WAN DE YE 
 
Li gorî agahiyan heta niha 70 malbatên OSO’yan hildane welatîbûna Komara Tirkiyeyê. Di nav ên welatîbûnê dane wan navek balkêş jî cih digire. Ev kes Fermandarê Giştî yê Tumena Sultan Murat Fehîm Îsa û malbata xwe ne. 
 
Ji 70 kesên welatîbûnê dane wan navê 53 kesan wiha ye: 
 
“Abdou Barazî, Abdulhedi Fethullah, Abdulkadîr Hachasan, Abdullah Elnas, Abdurrahman Elsîn, Afmed Îsa, Ahmad Zaidan, Ahmed Eldîc, Ahmet Huseyîn, Ahmet Muhbat, Alî Şîhne Alî, Bîlal Osman, Celal Osman, Cemîl Hasan, Emad Eddîn Îssa, Eye Viso, Fehîm Îsa, Gade Hamidî, Kamal Kamal, Muhammed Alî Huseyîn, Muhammed Îsa, Muhammed Şeyhlî, Naîme Manlla, Omer Davut, Omer Huseyîn, Omer Salih Omer, Recep Salih, Shikle Shikle, Yusuf Elsalih, Yusuf Salih, Mustafa Şeyh Ahmed, Ahmed Elyusuf, Halîd Şerîf, Zahir Kerîker, Nesîb Hatib, Zekeriya Salih, Usame Elmustafa, Ramî Musa, Muhammed Tarhan, Yahya Vahîbe, Mahmud Îgrîr, Abdulkerîm Elbekkur, Îbtîkar Bambuk, Abbas Şerîfe, Huseyîn Elcasim, Omer Abdurrezzak, Amer Kagbur, Ahmet Alhuseyîn, Rashid Alhaj Mousa, Ahmad Ghassan Alshalab, Muhammed Elahmed, M. Yahya Taljo, Bessam Elkasim.”