Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin

  • rojane
  • 09:43 21 Çile 2019
  • |
img
OSMANIYE – Li Osmaniyeyê zilamê bi navê Hasan A. hevjîna xwe Huru A. kêr kir û ew kuşt. 
 
Li taxa Cumhuriyet a navçeya Duzîçî ya Osmaniyeyê zilamê bi navê Hasan A. duh bi şev ji ber sedemek nayê zanîn bi hevjîna xwe Huru A. re nîqaş kir. Li ser zêdebûna nîqaşê Hasan A. hevjîna xwe kêr kir. Cîranan li ser bihîstina qîrînê rewşê ji polîsan re ragihand. Li ser îxbarê gelek polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîba tenduristiyê piştî lêkolîna kirin diyar kirin ku Huru A. jiyana xwe ji dest daye. Hasan A. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Cenazeyê Huru A. jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Duzîçiyê. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.