Girtiyê di greva birçîbûnê de kirin hucreyê

  • rojane
  • 13:59 12 Çile 2019
  • |
img
WAN - Diyar bû ku Bahtiyar Kemal Hasan ê ji 16’ê Kanûnê ve li Girîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, kirin hucreya yek kesî. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest pê kir di roja 66’an de berdewam dike. Piştî Guven li gelek girtîgehan herî kêm 226 girtina bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. 
 
Hat diyar kirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Bahtiyar Kemal Hasan, Cîhan Tamûr, Bariş Kahraman, Şahîn Oncu û Azîm Sokemen ên ji 16’ê Kanûna 2018 ve li Girîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê destpê kirin, berdewam dike. 
 
Diyar bû ku Bahtiyar Kemal Hasan ê ji 16’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê deye, ji hefteyekê zêdetire di hucreya yek kesî de tê girtin.