Pira Deh Derî ji welatiyan re hat girtin

  • rojane
  • 15:11 14 Kanûn 2018
  • |
img
AMED – Piştî ku kapaxê Bendava Dîcleyê qûtbûn ava Çemê Dîcleyê rabû, Pira Deh Derî ya li ser Çemê Dîcleyê ji çûnehata welatiyan re hat girtin.
 
Li navçeya Gêlê ya Amedê duh êvarê kapaxê Bendava Dîcleyê qûtbûn. Ava Çemê Dîcleyê rabû û bilindahiya avê her ku diçe bilindtir dibe. Hat zanîn ku piştî 270 milyon metrekûp ava bendavê bê valakirin dê kapax bên tamîrkirin. Hat ragihandin ji duh bi şev ve 50 milyon metrekûp ava bendavê hatiye berdan. Tê payîn berdana ava bendavê heta roja Yekşemê dewam bike. 
 
PIRA DEH DERÎ HAT GIRTIN 
 
Piştî ku ava bendavê hat berdan, herikîna ava Çemê Dîcleyê jî rabû û asta avê bilind bû. Bi bilindahiya avê re çûnehata Pira Deh Derî li ser Çemê Dîcleyê ku li navçeya Sûrê ye hat girtin. Polîsan her du aliyê pire jî bi şerîda ewlehiyê ji welatiyan re girt.