Ciwanan ên di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî

  • rojane
  • 14:45 14 Kanûn 2018
  • |
img
DÎLOK – Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Dîlokê kesên di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. 
 
Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Dîlokê bi boneya 3’yemîn salvegera qedexeya derketina derve ya li navçeyên Cizîr û Silopî civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya HDP’a Dîlokê pêk anîn û rêveber û endamên HDP’ê beşdar bûn. Li salona civînê pankarta “Tecrîd wê winda bike û azadî bi ser bikeve” daliqandin. Berdevkê Meclîsa Ciwanan Ekrem Tuç daxuyanî da û diyar kir ku di encama polîtîkayên şer ên AKP’ê de bi sedan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û koçberiyê dest pê kir. Tuç got şer bû sedema tunekirina dîroka bîrê. Tuç da zanîn ku Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir û bi sedan kes li dijî polîtîkayên tunekirina gelê kur dli ber xwe dan û hemû kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Tuç anî ziman ku ew bi Mehmet Tunç û hevrêyên wî serbilind in  û di tevahiya dorpêçan de sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin.