Bernamzetê HDP’ê Yetîm hat veşartin

  • rojane
  • 14:26 14 Kanûn 2018
  • |
img
RIHA – Bernamzetê Şaredariya Hewagê yê HDP’yî Yusuf Yetîm ê duh li Enqereyê di qezaya trênê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin. 
 
Bernamzetê HDP’ê yê Şaredariya Navçeya Hewagê ya Rihayê Yusuf Yetîm duh di qezaya trêna li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Yetîm duh bi şev ji Enqereyê anîn Rihayê. Îro cenazeyê Yetîm ji bo veşartinê birin taxa Hut a navçeya Karakopru ya Rihayê ku lê ji dayik bûye. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmuş, rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdarî merasîma cenazeyê Yetîm bûn. 
 
Nimêja cenazeyê Yetîm li mizgefta taxê kirin. Piştî wecîbeyên olî cenaze birin goristana taxê û definkirin. Malbat û xizmên Yetîm li ser cenaze lorandin û kêliyên xemgîn qewimîn.