Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin

  • rojane
  • 13:34 14 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL – Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan xwest daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û mafên wan demildest bên qebûlkirin. 
 
Endamên Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan têkildarî grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Şaxa ÎHD’ê Parêzer Gulseren Yolerî jî beşdarî civînê bû. 
 
‘TÎP GUHERÎN LÊ ÎŞKENCE NEGUHERÎ’ 
 
Berdevkê Însiyatîfê Ugur Karadaş daxuyanî da. Karadaş got li Tirkiyeyê her çiqas navê girtîgehan, tîp û rêveberî biguhere jî lê tundî û îşkence qet naguhere û bi pîvanên cuda didome. 
 
Karadaş da zanîn ku li dijî êrîşan berxwedan û helwestiyan girtiyan geş dibe û got: “Îro li girtîgehan tecrîd tê birêvebirin. Di warê binpêkirina mafê mirovan de çi tê bîra mirov li girtîgehan pêk tê. Îşkence û zextên giran tê kirin. Girtî jî neçarin li dijî van pêkanînan li ber xwe bidin û bêdeng namînin.” 
 
Karadaş diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiyên bi navê Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim li dijî mafên wan bingehîn ku tên desteserkirin çalakiya wan a rojiya mirinê di roja 87’emîn de ye û berteka her du girtiyan li dijî mafên wan ê binpêkirin rêz kir. 
 
Karadaş anî ziman ku çalakiya rojiya mirinê ya girtiyê anarşist Şevket Aslan ê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Bandirma di roja 40’emîn de bi ser ket û daxwazên wî hatin pejirandin. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Karadaş bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin û got: “Ji bo piştgiriya çalakiya Guven bi dehan welatî û aktîvîst û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin. Tevî hemû zextan jî wê piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê li derve dewam bike. Pêwîste demildest daxwazên girtiyan bên pejirandin. Lazim e demek zûtirîn binpêkirina mafên girtiyan û û êrîşên li dijî girtiyan bi dawî bibin.” 
 
Karadaş da zanîn ku ew ê li derve bibin dengê girtiyan û dê têkoşîna vîna wan a şoreşgerî mezin bikin. 
 
YOLERÎ: LI ÎMRALIYÊ PÊKANÎNA TAYBET PÊK TÊ 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din her roj girantir dibe û got: “Pêkanîn taybet li Îmrali û girtîgehên din pêk tînin. Pêwîste demildest dawî li polîtîkayên tecrîdê bê.”