Çalakiya ji bo piştgiriya Leyla Guven bi dawi bû

  • rojane
  • 19:47 18 Mijdar 2018
  • |
img
NAVENDA NUÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Wan, Amed, Colemêrg, Riha û Edeneyê ji bo 2 rojan hatibû destpêkirin bi dawî bû. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike di 7'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû, çalakiya wê didome. Ji bo çalakiya Leyla Guven jî li Wan, Amed, Colemêrg, Riha û Edeneyê 5 kom ketibûn greva birçîbûnê. Komên ku li Wan, Amed, Colemêrg, Riha û Edeneyê duh ketin grevê îro çalakiya xwe bi dawuyaniyên çapemeniyê bi dawî kirin.  
 
AMED 
 
Li Amedê endam û revebrên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Amedê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dun dest bi greva birçîbûnê kiribûn îro bi civîna çapemiyê bi dawî kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Dersim Dag jî di nav de rêveberên KCD, HDP, DBP û TJA’yê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a HDP’a Amedê piştî 2 rojan daxuyani dan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz, diyar kir ku îro vê çalakiyê bi dawi dikin, lê çalakiyên wan bi dawî nabin û dê bi rê û rêbazên cuda çalakiyên xwe berdewam bikin. 
 
 
RIHA
 
Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî li avahiya xwe bi bi heman armancê piştî 2 rojan îro daxuyanî dan. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî di nav de rêveberên HDP û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û welatiyên ketibûn grevê bi daxuyaniyekê dawî li çalakiye anîn. 
 
WAN
 
Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî greva birçîbûnê ya 2 rojan îro bi dawi kir. Li avahiya HDP’ê ya Wanê bi beşdarbûna Hevserokên HDP’ê yên Wanî Yadîşem Karabûlak, Umît Dede, Hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kawa, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, nûnerên KCD, hevşaredar, aktivîstên TJA û welatiyan bi daxuyaniyekê dawî li çalakiyê anîn. 
 
EDENE 
 
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bi boneya piştevaniya Guven li avahiya xwe 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn û bi daxuyaniyekê dawî li çalakiyê anîn. Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Tulay Hatîmogullari û Kemal Pekoz û gelek rêveberên partî û nûnerên saziyan beşdar bûn. 
 
COLEMÊRG 
 
Li Colemêrgê jî çalakiya ku 2 rojan li avahiya HDP'ê ya Colemêrgê li darxistin îro bi daxuyaniyekê bi dawî kirin. Parlementer, rêveber û nûnerên saziyên sivîl ên çalakger ziyaret kirin, piştgiriya xwe anîn ziman û tecrîd şermezar kirin. Çalakî bi daxuyaniye bi dawî bû. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran İmîr piştî çalakiyê daxuyanî da û diyar kir ku ev çalakiya hişyariyê bû û çalakiyên wan dê bi re û rêbazên cuda berdewam bike.