Colemêrgiyan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê

  • rojane
  • 13:34 18 Mijdar 2018
  • |
img

COLEMÊRG - Greva birçîbûnê ya ku li Colemêrgê bi pêşengtiya HDP’ê hat destpêkirin rastî eleqeyek mezin a gel û saziyên sivîl tê û çalakî bi serdanên gel û rêxistinên navçeyan berdewam dike.

 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongeraya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Gûven ji bo ku balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê di roja xwe ya 12`emîn de berdewam dike.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Guven li 5 bajaran duh dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kir.  Dreva ku duh li Colemêrgê  bi tevlîbûna Parlementerên HDP’ê  Nuran Îmîr û Saîd Dede hat destpêkirin, îro jî bi serdanên welatiyan,  rêxistinên HDP, DBP’ê yên navçeyan û Meclîsa Dayîkên Aşitiyê yên Geverê berdewam dike.
 
Di serdanan de berdewamiya têkoşînê hat bibîrxistin. 
 
AMED
 
Li Amedê jî çalakiya ku bi komek ji 16 kesî pêk dihat hat destpêkirin bi serdana welatiyan a ji serê sibehê ve berdewam dike. Serdana rêxistinên DBP'ê yên navend û navçeyan a grevê îro jî berdewam kir û rêxistina HDP'ê ya Şirnexê û hevparên KESK'ê jî çûn serdana çalakvanên di greva birçîbûnê de.
 
 Çalakî bi stranên welatiyên ku hatin serdanê berdewam dike.