Li Şirnexê starta hilbijartinê hat dayîn

  • rojane
  • 13:23 18 Mijdar 2018
  • |
img
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, bi tevlîbûna gelek kesan, ji bo hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê civîn pêk anî û starta xebarên hilbijartinê da. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, li avahiya partiyê bi tevlîbûna gelek kesan civînek li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, hevşaredarên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin, nûnerên saziyên demokratîk û gelek endamên partiyê beşdarî civînê bûn. Di civînê de derbarê hilbijartinê, çawaniya  xebatên komîsyona hilbijartinê û amadekariyên hilbijartinê de nîqaş hatin kirin. 
 
Di dawiya civînê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn.