Leyla Guven: Heta Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike ezê di çalakiyê de bim

  • rojane
  • 15:11 12 Mijdar 2018
  • |
img

AMED - Parlamentera HDP'ê Leyla Guven, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Ji bo rê li pêş Birêz Ocalan ê xwedî hewldan bê vekirin divê tecrîd bi dawî bibe. Tecrîd bi bêdengiyê bi dawî nabe û pirsgirêk bêtir kûr dibin. Heta Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike ezê çalakiya xwe berdewam bikim." 

Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku li dijî operasyona li ser Efrînê bertekên xwe anî ziman û di 31'ê Çile de hat girtin, hêj girtî ye. Guven ligel ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bû wekîl jî dîsa nehat berdan û girtî tê darizandin. Guven, di danişîna 3'emîn a Dadgeha Cezayên Giran a 9’emîn de kelepçe red kir û beşdarî danişînê nebû. Guven bi rêya SEGBİS'ê beşdar bû û diyar kir ku dadgeh li gorî edaletê tev nagere. Guven, anî ziman ku ew dê ji êdî parastinê neke. Guven, bilêv kir ku ji bo terîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger kiriye. Guven ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pirsên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya bersiveand û wiha got: "Wekî hûn dizanin 9 meh berê ji ber ez li dijî şerê dewleta Tirk a li dijî Efrînê derketim ez hatim girtin. Gelek kesên din ji ber fikrên xwe yên li dijî şer li ser medya civakî anîn ziman jî hatin girtin. Sûcdariya li ser me jî bi vî rengî ye. Azadiya îfadeyê û azadiya ramanê sûc dibînin. Ji ber vê yekê biryara dadgehê siyasî ye. Ne hiqûqî ye. Piştî wekîlê CHP'ê Enis Berberoglu hat berdan, ez dîsa nehatim berdan Di darbeya 4'ê mijdarê  de wekîl û parlamenter tev hatibûn hilbijartin. Şaredar bi vîna gel hatibûn hilbijartin. Ez niha hêj girtî me. Hevşaredarên din jî hêj girtî ne. Di sala 2011'an de jî heman tişt dubare bû. 
 
LI HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ Û SIYASETMEDARAN KELEPÇEYÊ FERZ DIKIN
 
Parlamenterê CHP'ê di heman kêliyê de hat berdan. Lê hiqûqa li dijî kurdan hiqûqa dijminantiyê ye. Ji ber vê yekê darizandina kurdan a li dadgehê siyasî ye. Ez li hemberî vê biryarê zêde şaş namînim. Di 11'ê Tîrmehê de ji bo ez tev li danişînê bibim min got 'Beriya danişînê min got testnedayîna min heye û min kelepçe qebûl nekir. Dema ez çûm nexweşxaneyê jî xwest destê min kelepçe bikin. Ez rastî neheqiyê hatim. Li ser vê yekê min daxwazname nivîsand û 
min xwest bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bibim. Kelepçe spart hemû hevalên me yên hilbijêr. Kelepçe spartin girtiyên nexweş jî. Li girtiyên nexweş kelepçe ferz dikin. Ev nayê qebûlkirin. Li aliyê din ji ber ku em dixwazin bi dadger re rû bi rû parastinê bikin em pêkanina SEGBİS'ê jî qebûl nakin. Niha dozên min li Wan, Êlih, Edene, Riha, Sêrt û Mêrdînê heye. Berê jî 5 salan li Zindana Amedê mam. Rastiya Dîrokî ya vê girtîgehê maneviyatekê dide vir. Vir cihê berxwedanê ye. Her cihê ku ez lê dinerim û cihê ku pê li wê dikim xwedî wate û çîrokek e. Li vir berxwedana mezin pêk hatiye. Vir warê berxwedanê ye û divê em layiqî bîranînê wan bin. 
 
‘ŞOPÊN BERXWEDANÊ HÊJ ZINDÎ NE’ 
 
Guven destnîşan kir ku rastiya dîrokî ya Zîndana Amedî manveyatê dide girtiyan heye û wiha got: “Min di vê zîndanê de hem şopên hovîtî û hem jî şopên berxwedanê gelek dîtin. Ez berê jî 5 sal di hepsê de mam. Alên tirk ên bi arîkavan bi girtiyan dane çêkirin nahêle ku mirov tu şîroveyê bikî. Rengên kesk, sor û zer ên ji aliyê girtiyên wê demê ve hatine çêkirin, her çiqas bi boyaxek din jê hatibin birin jî lê hemû berxwedêrî û ruhê wan dide vegotin. Carna ez dibêjim xwezî zimanê dîwaran hebe û ji min re hebin. Her cihê ku çavên min diçin serê xwedî wateyek xwe heye. Ev rewş tiştên hatine qewimandin watedar dike. Ev der cihê berxwedanên mezin e, ku mirov layîqî bîranînê wan bibe girîng e.”
 
‘TECRÎD Û ŞER BI HEV RE KÛR KIRIN’ 
 
Guven anî ziman ku rastiya kurd her tim dîrokê de hebûna xwe li dijî polîtîkaya tunekirinê parastiye û got: “Ev polîtîka dirêjî kokên dîrokî dibe. Di roja me de jî rêbazên giran pêk tên. Pêkanînan bi amûrên girankirî didomînin. Pêvajoya çarseriya pirsgirêka kurd a ku dema berê hatibû destpêkirin jî her tim desthilatdariya yekperest û serdest ve dixwest peşkê lê bixe. Di Newroza 2013’an de Birêz Ocalan têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd peyamek weşand. Serdemek nû dabû destpêkirin. Birêz Ocalan di peyama xwe de bal kişandibû ser biratiya gelê kurd û tirk a qedîm. Dixwest bi çareseriyê xizmeta aştiya welat bike. Diyar kiribû ku wê hemû rol û berpirsyariya aştî û demokrasiyek mayînde bide ser milê xwe. 
 
DEMILDEST TECRÎDÊ RAKIN
 
Birêz Ocalan di mijara çareseriyê de tekane aktor bû. Her kes viya qebûl dikir. Lê mixabin polîtîkaya AKP’ê ya yekperest û şerxwaz dawî li pêvajoya çareseriyê anî. Welatê me carek din xist nava şer û gola xwînê. Tecrîdkirina Birêz Ocalan piştî vê serdema pevçûnê dest pê kir. Ne parêzer û ne jî malbat dikarin pê re hevdîtinê bikin. Polîtîkayên neçareseriyê pirsgirêkan kûrtir dike. Ji bo aştiya civakî dema em winda bikin nîne. Çareseriya pirsgirêkan hat fêmkirin. Xwediyê hewldanan ji bo carek din bikeve dewrê lazim e tecrîdkirina Birêz Ocalan demildest bê rakirin û şertên wî bên başkirin. Pêwîste li gorî çarçoveya hiqûqa netewî û navnetewî bên başkirin.” 
 
‘HETA HEVDÎTINÊ EZ Ê ÇALAKIYA XWE DEWAM BIKIM’ 
 
Guven hemû hêz û derdorên demokratîk vexwend berpirsyariy dîrokî û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Heke em li dijî tecrîdê bêdeng biminînin, em jî neçareseriyê kûr dikin. Di şexsê birêz Ocalan de hemû gelê Kurd tê tecrîdkirin. Ev tecrîd ne mirovî û ehlaqî ye. Ez wekîlek bi vîna gel hatime bijartin, min nexwest li dijî pêkanîn û pirsgirêkên diqewimin bêdeng bimînim. Ez amade me ku her cûre peywîra pêkanîna aştiya civakî bikim. Min bi vîna xwe ya azad dest bi çalakiya greve kir. Heta parêzer û malbat biçin bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin ez ê çalakiya xwe dewam bikim.”
  
MA / Ozgur Paksoy