Qeyûm otoparka pirqatî ya Wanê vediguherîne AVM'ê

  • rojane
  • 09:16 23 Cotmeh 2018
  • |
img

WAN - Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, "Otoparka Pirqatî" ku bi 7 milyonan hat çêkirin pêşî xwest bifiroşe, lê belê ji ber ku nehat firotin niha jî wê vediguherîne AVM'yê. 

Li Wanê Şaredariya DBP'î "Otoparka Pirqatî" çêkiribû, lê belê qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Bajêr hat kirin û otoparka bi 7 milyon lîreyî hat çêkirin, xwest bifiroşe, lê ji be rkesî nekirî niha jî wê vediguherîne AVM'ê. Nehat hînbûn ka qeyûm ji bo vê yekê çi qas pere xerc kiriye. 
 
Otoparka ku pêdiviya bajêr pê heye, di sala 2011'an de dest bi çêkirina wê hat kirin, lê belê ji ber fîrmaya ku otoparkê çêdikir top avêt çêkirina otoparkê rawestiya û piştî pêvajoya hiqûqî di 2015'an de dîsa dest bi çêkirina wê hat kirin û di sala 2016'an de qediya. Lê belê, piştî qeyûm hat tayîkirin qeyûm xwest otoparkê bifiroşe, lê ji ber kesî nekirî niha jî wê vediguherîne AVM'yê. 
 
PÊŞÎ XWEST BIFIROŞE 
 
Endamê Meclîsa Şaredariya Mezin Cevdet Altindag, diyar kir ku otoparka çêkirina wê temam bû nehat vekirin û got: "Dema behsa peywirên sereke yê şaredariyan tê kirin, pêşî av, qenalîzasyon, rê û çûnhatina nav bajêr tê kirin. Ji bo pirsgirêka çûnhatina nav bajêr çareser bibe, pêdivî bi otoparkên pirqatî heye. Di dema rêveberiya DBP'î de her çend derfet kêm bûn jî ji bo 424 wesayîtan otopark hat çêkirin. Beriya qeyûm bê ji sedî 95'ê otoparkê qediya bû. Lê çawa qeyûm hat xwest otoparkê bifiroşe. 3-4 caran wê îhale çêkir, lê kesî nekirî. Ji ber kesî nekirî, niha jî dixwaze wê bike AVM." 
 
Altindag, diyar kir ku ji ber pergala parkomatê otopark nehatiye vekirin û got: "Qeyûm hema bêje li hemû bajarên welat ji bo rantê pergala parkomatê xist dewrê. Ev pergal hema bêje li tevahiya Tirkiyeyê hatiye rakirin. Piştî vê dest bi xirakirina otoparkê kirin. Wexta me sedema wê pirsî, gotin dê wê veguherînin cihê alvêrê. Bi vî awayî nexwestin prisgirêka çûnhatina nav bajêr bê çareserkirin. Bi AVM'yê dê çûnhatin xirabtir bibe. Feraseta qeyûm yeksan rûxandin didome." 
 
'AWAYÊ RÊVEBERIYA QEYÛM EV E' 
 
Wekîlê Serokê Meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê Cahît Bozbay jî got: "Di dema rêveberiya DBP'î de çêkirina otoparkê qediya bû. Li bajêr prisgirêka çûnhatinê heye, lê otoparkê vediguherînin AVM'ê. Ev yek nayê qebûlkirin. Qeyûm tenê ne ev tişt, gelek tiştên şaredariyê fiortin. Pêdiviya bajêr bi otoparkan heye. Bi çêkirina AVM'ê îxanetê li bajêr dikin. Awayê rêveberiya qeyûm ev e."