Ji bo tevlîbûna şahiya ciwanan bang hat kirin

  • rojane
  • 12:27 21 Îlon 2018
  • |
img
WAN - Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Wanê, hemû ciwan vexwendin şahiya ciwanan a dê roja Yekşemê li dar bixin.  
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, dê roja Yekşemê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter şahiya ciwanan li dar bixe. Meclîsa Ciwanan, derbarê şahiyê de li avahiya HDP’ê ya Bajêr civîna çapemeniyê pêk anî. Meclîsa Ciwanan ji bo tevlîbûna şahiyê bang li hemû ciwanan kir. Li ser navê Meclîsa Ciwanan Serokê Komîteya Amadekar a Şahiyê Azîm Yagcan, daxuyanî da û hemû kes vexwendin şahiyê. 
 
‘WALÎTIYÊ SERLÊDANA ME QEBÛL KIR’ 
 
Yagcan, diyar kir ku wan ji walîtiyê destûr girtine û wiha axivî: “Walîtiyê serlêdana me qebûl kir. Hevalên me yên hunermend Kadîr Çat, Ruken Yilmaz û Fîkret Babat dê di şahiya me de konserê dibin. Di heman demê de, dê hevalên me yên parlamenter Dersim Dag û Murat Sarisaç beşdarî şahiya me bidin.” 
 
Yagcan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tenê konser dê di şahaya me de neyê dayîn. Di heman de em ê peyamên HDP’ê yên ji bo ciwanan jî bidin. Emê roja Yekşemê saet 16.00’an de li Parka Aştiyê ya  Mûsa Anter şahiya xwe ya ciwanan pêk bînin û em hemû ciwanan vedixwînin şahiyê.”