BÛRSA - Li Bûrsayê, ji 11 kesên hatin binçavkirin 10 jê hatin girtin.
Li Bûrsayê, di rojên derbas bûyî de, operasyonek hemwext hatibû lidarxistin û 11 kes hatibûn binçavkirin.
Ji 11 kesên hatibûn binçavkirin, 3 jê ji bo lêpirsînê şandin Dersimê. 8 kesên lêpîrsîna wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bûn sewqî edeliya Bûrsayê hatin kirin. 3 kesên din jî li Dersimê sewqî edliyê hatin kirin. 11 kesên îfade dan dozger, sewqî dadgehê hatin kirin û ji 11 kesan 10 jê hatin girtin.