ŞIRNEX – Welatiyan şewata ku li çoltera navçeya Elkê bi daristanê ket, vemirandin. Leşkerên duh derketibûn operasyonê şewat derxistibûn.
Duh li çoltera gundê Gelejêr a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê şewat bi darastinê ketibû. Gundî bi derfetên xwe yên mudaxeleyî şewatê kirin û îro şewat vemirandin. Gundiyan, diyar kirin ku li cihê şewat derket esker derketibûn operasyonê û li cihê leşkeran şewat derket. Welatiyan anîn ziman ku şewat ji ser rêya Bejahiyê ya Elkê û Şirnexê destpê kir û heta serê sibê berdewam kir. Piştî welatiyan mudaxaleyî şewatê kir, şewat vemirandin.
Li gorî îdiayan şewat ji aliyê tîma “Mete” a tîmên taybet ku derketin operasyonê derket. Ji ber şewatê beşek mezin a daristanê şewitî.