Malbata Şenyaşar ji Pirsûsê koç kir

  • rojane
  • 09:07 22 Tîrmeh 2018
  • |
img
RIHA - Malbata Şenyaşar ên ku 3 ferd ji malbata wan ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin kuştin, neçar man ji ber gefên xizmên Yildiz navçeyê biterikîn in. 
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîranê de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li kargeh û nexweşxaneyê êrîşî ferdên malbata Şenyaşar kirin û di encama êrîşan de Hecî Esvet Şenyaşar û kurên xwe Adil û Celal Şenyaşar hatin kuştin. Birayê Yildiz ê AKP’î M. Şah Yildiz jî hat kuştin. Li gel mehek bi ser bûyerê re derbas bû jî hêj kiryar tên veşartin. Ji ber kiryar dernexistin holê malbata Şenyaşar neçar ma, mal û kargeha xwe vala bikin û ji navçeyê koç bikin. Ne hêsir û ne jî hêrsa Emîne Şenyaşar a di bûyerê de du zarokên xwe û hevjînê xwe winda kir, kêm bûne. 
 
Dayik Şenyaşar bertek nîşanî girtina kurê xwe Fadil Şenyaşar ê di bûyerê de birîndar bûbû û wî birîndar girtin da û got: “Kurê min sûcdar dikin. Em nizanin çima wî bernadin. Me sê canên xwe da axê, bi ser de kurê min jî digirin. Kurê min bav û birayê xwe parastiye. Ez dixwazim wî demildest berdin.” 
 
'BILA ÊDÎ JI WAN RE BÊJIN RAWESTIN’ 
 
Dayik Şenyaşar destnîşan kir ku der barê kesek ji malbata Yildiz de biryarek binçavkirinê jî nehatiye dayîn û berteka xwe wiha anî ziman: “Ev hikumetek çawa ye? Heke hikumet hikumetbûna ev bûyer pêk nedihat. Li kîjan devera cîhanê hatiye dîtin ku 3 kes li nexweşxaneyê tên qetilkirin. Em bêjin we êrîş kir û birîndar kir, lê çima hûn mirovan li nexweşxaneyê dikujin? Wan 3 kesan kuşt. Lê kesek jî binçav nekirin. Her kez dizane bi salan e dikana me li wir heye. Me heta niha zirarê nedaye tu kesî. Ez şaşwazî dimînim. Yên ku kamerayên li dikan û nexweşxaneyê dan windakirin ew in. Ew qatîl, dizek û perexwirin. Wê hin bêtir komkujiyan bikin. Bila êdî ji wan re bêjin ‘rawestin.’ Piştî ewqas êş yek daxwaza min heye, bila ew cezayê xwe bikişînin.” 
 
'EZ RICA DIKIM HÛN HEWARA ME BIGIHÎNIN HEMÛ CÎHANÊ'
 
Dayik Şenyaşar diyar kir ku piştî bûyerê mala xwe terk kirin û derbasî cihekî din bûne û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Em niha 5 malbat weke penaberan di malekê de dimînin. Em ji cih û warên xwe koçber bûn. Ev amûrên li malê jî cîranên me ji me re anîn. Halê me ne tu hal e. Ez digirîm nabe. Nifiran dikim nabe. Rica dikim hûn vê hewara min bigihînin tevahiya cîhanê. Ez ê niha berê xwe bidim kî/ê û bi kuderê ve biçim?"
 
'DÊ BI GIRTINA BERPİRSYARAN BELDÎ HİNEK BÊHNA ME BÊ BER ME'
 
Ferît Şenyaşar ê roja bûyerê li dikana bûyer lê pek hatibû jî diyar kir ku nafikirin ew careke din vegerin Pirsûsê û wiha axivî: "Me 2 dikan û malên birayê xwe ji neçarî vala kir.  Em êdî li benda girtina kiryarên bûyerê ne. Bi girtina kiryaran belkî hinek bêhna me bê ber me. Em 5 bira li malên cuda dijiyan. Me dev ji kar û mala xwe berda, niha tu karî nakin. Em mexdûr bûn û hemû malbat niha di malekê de dijîn. Derûniya me xera bû. Ji ber qehirandina tiştên hatin serê min, min xwîna hundirîn derbas kir." 
 
‘GER BIRAYÊ MIN XWE NE PARASTA EMÊ JÎ BIMIRAN’
 
Şenyaşar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birayê min Fadil ji bo xwe û malbatê biparêz e pevçû. Heke wî me ne parasta em ê jî bihatana kuştin. Jixwe ji me 3 kes kuştin. Hatin dikanên me û êrîşî me kirin. Birayê min jî, xwe parast û niha di girtîgehê de ye. Bi heman awayî gava em li aliyê pêşberê xwe jî mêze bikin, bavê min û du birayê min li nexweşxanê li ber çavên polîsan bi awayekê hovane ku di tu olan de tuneye, qetil kirin. Lê ji aliyê din kes girtî tuneye. Ev êşa me ya herî mezin e. Divê demildest dozger a pêwîst çiye bike û ji wê malbatê kesên bûn sedema vê bûyerê ceza bike. Em tenê vê dixwazin.”
 
'EWLEKARIYA CANÊ ME TUNEYE'
 
Şenyaşar di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nêzî 8 salan min di Miduriyeta Perwerdê ya Mîllî ya Pirsûsê de mamostetî kir. Lê ji ber ku desthilatdariyê em weke ‘terorîst’ îlan kirin, êdî ez ê mamostatiyê jî nekim. Tu cihê em biçinê jî, em ê xwe dinava ewlekariyê de hîs nekin. Dema em diçin saziyên dewletê, em dikevin nava dudiliyê.  Ger em ‘terorîst’ bûna, me ev kar nedikir û dikandarî nedikir. Li dikana me ya Pirsûsê, têkiliyên me bi hemû dibistanan re hebûn û li cem me kirîn û firotin dikirin. Polîsan li cem me kirîn û firotin dikir. Ger pirsgirêkek me ya wisan hebûya, me dewlet qebûl nedikir û destûr nedida ji ba me eşya bikirin.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Erdogan Alayumat