Çalakiya F: Koçer li ser piya nikare bisekine

  • rojane
  • 15:54 21 Tîrmeh 2018
  • |
img
STENBOL – Di çalakiya “Rûniştina F” ya hefetya 330’yemîn de balê kişandin ser rewşa Îbrahîm Koçer ê 10 roj berê hatibû girtin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê  bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyan di hefteya 330’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê domand. Di çalakiya vê hefteyê de balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îbrahîm Koçer ê li Girtîgeha Sîlîvriyê. Parêzvanê mafê mirovan dovîz hildan û dirûşmên li dijî binpêkirina mafan berz kirin. 
 
‘NEXWEŞÊ BÊHAL ŞANDIN GIRTÎGEHÊ’ 
 
Daxuyaniya vê hefteyê Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê Umît Efe da. Efe bal kişand ser rewşa Îbrahîm Koçer ê bi hinceta di xwepêşandena di 2015’an a li Êlihê ya li dijî qedexeya derketina derve yên li herêmê 10 roj berê hat girtin û got: “Koçer di qezayek trafîkê de birîndar bûbû. Demek dirêj di beşa lezgîn de tê dermankirin û gelek emeliyatan derbas dike. 10 roj berê bêyî birînên wî baş bibin û nikare li piya bisekine jî li ser fermana dozgeriyê girtin û ewş şandin girtîgehê. Gellek nexweşînên wî hene û her roja diçe ji ber nayê dermankirin dihele. Dayik û bavê wî çûne hevdîtinê û wî bi zehmetî nas kirin e. Ji bo mafê jiyanê yê Koçer divê gavên lezgîn bên avêtin.” 
 
‘DOKTOR JÎ ZEXT LI MIN KIR’ 
 
Bavê Koçer, Salîh Koçer jî di çalakiyê de axivî û got: “Doktor dibêjin nikare bijî, lê çawa destûrê didin wî bibin girtîgehê? Divê ya doktor karê xwe bi heqanî bike yan jî nake bila dest ji kar berde. Îbrahîm bo me got ‘Doktor jî zext li min kir.’ Polîsan jî gotiye ‘hûn çawa vî zarokî dibin girtîgehê.’ Gumana ku Îbrahîm di hepsê de enfeksiyon bigire jî heye. Ez dixwazim bila demildest kurê min berdin.” 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.