Karkerê ji şaneşînê ket jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 14:48 21 Tîrmeh 2018
  • |
img
EDENE – Karkerê ku li şaneşîna avahiyekê dema kombiye montaj dikir,  dengeya xwe ya winda kir û ket. Karker li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li taxa Yûrtê ya navçeya Çûkûrova ya Edeneyê karkerê bi navê Abdûllah Altûn (40) dema li şaneşîna qata yekemîn a apartmanekê kombiya gaza sirûştê montaş dikir, denga xwe winda kir û ket. Altûn ji ber ku bi ser hesinan de ket, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ekîbên tendurîstiyê yên ku hatin cihê bûyerê, piştî kontrolkirinê diyar kirin ku Altûn jiyana xwe ji dest daye û ji bo kar û barên otopsiye cenazeye Altûn bi xwe re birin Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.