Kamîl Açar: Kesên bi çek ez revandin

  • rojane
  • 12:47 21 Tîrmeh 2018
  • |
img

AMED - Karsazê Amedî Kamîl Acar ê 2 rojan agahî jê nehat girtin û şevê din vegeriya mala xwe, diyar kir ku kesên bi çekên lûle dirêj pêşiya wesayîta wî birîn, destên wî kelepçe kirin, çavên wî girêdan û revandin.  

Karsazê kurd ê Amedî Kamîl Acar di 18’ê Tîrmehê de dema ji Rihayê ber bi Amedê ve dihat 2 kîlo mître nezî Qereqola Leşkerî ya Pîrînçlîkê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat rawestandin. Wesayîta Acar bi awayek terk kirî li nêzî qereqolê hatibû dîtin. Karsazê Amedî Acar ê 2 rojan agahî jê nehat girtin û şevê din vegeriya mala xwe, diyar kir ku kesên bi çekên lûle dirêj pêşiya wesayîta wî birîn û revandin. Acar piştî vegeriya malê, şevê din di hizûra parêzeran de, îfade da Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya girêdayî Midûryeta Polîsan a Amedê. Acar bi rêya parêzer û malbata xwe daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya bi rêya parêzeran hat dayîn wiha ye: “Muwekîlê me Kamil Açar ji bo karekê diçe Nevşehîrê û ji wir jî dema vedigeriya mala xwe ya Amedê, di18’ê Tîrmeha 2018’an de di saet 20.30’an de, nêzî Qereqola Pîrînçlîkê, kesên bi çekên lûle dirêj ên nasnameya wan ne diyar pêşiya wesayîta wî dibirin û desteser dikin. Açar çawan ku ji wesayîtê tînin xarê, destên wî  paşve kelepçe dikin, ser û çavên wî bi paçek mezin girê didin, bi zorê li wesayîtekê siwar dikin û direvîn in. Dûre Açar dibin cihek ne diyar û heya saetên şeva 20’ê Tîrmehê jî di cihek girtî de digirin. Açar di saetên şeva 20’ê Tîrmehê de, li zeviyeke nêzî navenda Amedê serbest berdidin. Açar derdikeve ser rêbejayî, li taksiyekê siyar dibe û bi telefona teksîvan li malbata xwe digere û agahiya vedigere malê dide wan. Açar derdora saet 21.30'an digehije malê. Açar piştî digehije malê, ji bo karên edlî polîs wî dibin Midûryeta Polîsan û piştî îfade dide polîsan serê sibê dîsan vedigere malê. Li ser navê Kamîl Açar û malbata wî, em spasiya xwe li hemû raya giştî ya bi hestiyarî tevgeriyan dikin. Bi rêzdarî parêzerên malbata Kamil Açar.”