Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin

  • rojane
  • 12:19 24 Kanûn 2025
  • |
img
ENQERE- Yerlîkaya, der barê qezaya balafirê ku Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek da û got ku wan qutiya reş dîtiye.
 
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya der barê "ketina" balafira ku li navçeya Haymana ya Enqereyê ket û Serfermandarê Lîbyayê General Mihemed Alî Ehmed El-Hedad û Fermandarê Artêşê Lîtnant General Elfîtorî Crîbîl di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek da. Yerlîkaya got: "Tomarkera deng a balafirê li dora saet 02:45'an û qutiya reş jî li dora saet 03:20'î hatin dîtin." Yerlikaya got ku dê lêkolîn li ser van daneyan were kirin.
 
Yerlîkaya diyar kir ku hatiye ragihandin ku balafir ji ber xirabûnê vedigere û paşê têkilî qut bûye û got: "Di encama xebatên lêgerînê yên berdewam de, bermahiyên balafirê bi qasî 2 kîlometreyan li başûrê Taxa Kesikkavak a navçeya Haymanayê hatin dîtin. Ji vê gavê û pê ve, lêpirsîn, tevî pêvajoyên edlî û krîmînal, di bin koordîneya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan de berdewam dikin."