Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be

  • rojane
  • 10:02 13 Kanûn 2025
  • |

WAN - Endamên Komeleya Alimên Olî destnîşan kirin ku ji bo ku pêvajo bi rêkûpêk bimeşe, divê hemû girtî, bi taybetî Abdullah Ocalan, werin berdan.

 
Di demeke wiha de ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêşkêşkirina raporên komîsyonên partiyên li meclisê berdewam dike, raya giştî misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî mijara herî girîng ji bo pêşveçûna pêvajoyê dibîne.
 
Endamên Komeleya Alimên Olî yên Wanê (DÎAYDER) Mela Kerem Yilmaz û Mela Mûhammet Hefît Keskîn, li ser pêvajoyê axivîn. 
 
Kerem Yilmaz diyar kir ku şerê ku bi salan e berdewam dike zirarên mezin daye gel û got: "Ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve, divê desthilat gavên lezgîn bavêje. Ji roja ku pêvajo dest pê kiriye, ji hêla hikûmetê ve tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Birêz Ocalan ku ev pêvajo daye destpêkirin, hîn jî girtî ye û girtiyên nexweş hîn jî di girtîgehê de ne. Divê hemû girtiyên siyasî, bi taybetî birêz Abdullah Ocalan, werin berdan. Divê rêziknameyên qanûnî yên nû werin çêkirin û divê Kurdî wekî zimanekî fermî were naskirin; ev gav dê aştiyê bilezînin."
 
‘BI ÎNKARKIRINA KURDÎ RE LI DIJÎ XWEDÊ RADIBIN'
 
Yilmaz diyar kir ku înkarkirina zimanê mirovan tê wateya înkarkirina Xwedê û got: "Sed sal in zimanê Kurdî tê înkarkirin. Ew difikirin ku ew li dijî me ne, lê ew pê nizanin ku ew li dijî Xwedê ne. Zimanê Kurdî ne zimanekî ye ku kesek paşê pêşxistiye. Ew zimanekî kevnar e ku ji dema Pêxember Îbrahîm ve tê bikar anîn û ew zimanê dayikê yê me Kurdan e. Ji ber vê yekê, em bang li hemû Kurdan û hemû gelan dikin; ji ber ku ew zimanê dayikê yê me ye, ji ber ku ew zimanekî ku ji hêla Xwedê ve hatiye dayîn, wê hingê divê her kes xwedî li vî zimanê kevnar derkeve. Ev ziman emanetek ji Xwedê ye ji me re û em ê xiyanetê li wî emanetî nekin."
 
‘DIVÊ XUTBE BI KURDÎ BIN'
 
Yilmaz diyar kir ku bi sedan welatiyên ku bi Tirkî nizanin ji xutbeyên ku di nimêjên înê de tên dayîn tiştekî fêm nakin û got: "Bi taybetî di rojên înê de, divê xutbe bi Kurdî werin dayîn. Bi sedan kesên ku bi Tirkî nizanin tên nimêja înê, tenê nimêj dikin û diçin, guh didin xutbeyê lê mijara xutbeyê nizanin, bêyî ku bizanin di xutbeyê de çi hatiye gotin diçin. Ev zilm e."
 
‘ÊDÎ DIVÊ GAVÊN BERBIÇAV BÊN AVÊTIN'
 
Muhammet Hefît Keskîn jî diyar kir ku nebûna gavên berbiçav baweriya bi pêvajoyê kêm kiriye û got: "Ji bo ku baweriya bi pêvajoyê zêde bibe, divê niha gavên berbiçav werin avêtin. Gavên wekî azadkirina birêz Abdullah Ocalan, azadkirina girtiyên siyasî û naskirina zimanê Kurdî dê baweriya bi vê pêvajoyê zêde bike. Em bi sedsalan e, li ser vê axê bi hev re dijîn. Ji ber ku em her du jî vê yekê qebûl dikin, divê em di warê maf, hiqûq û edaletê de wekhev bin. Ji ber ku biratî vê yekê hewce dike."
 
MA / Lutfu Pala