Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome

  • rojane
  • 15:46 11 Kanûn 2025
  • |
img

ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku di beşa çavdêriya awarte de ye dê bi dayîna antîbiyotîkên nû bidome. 

Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ku li Enqereyê dijî, di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sîncanê. Tedawiya Aykol a li nexweşxaneyê didome. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çû ser mejiyê Aykol û tedawiya wî niha li beşa çavdêriya awarte didome. Bijîşkan got ku di belxema Aykol de bakteriyeke nû tespît kirine lewma dê tedawiya wî bi antîbiyotîkên nû bidomînin.