Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!

  • rojane
  • 10:14 3 Kanûn 2025
  • |
img
EDENE - Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê, der heqê girtiyê nexweş Hakki Goren rapora “Nikare pêdiviyên xwe bi tena serê xwe bicih bîne” da û got dikare seqwî Girtîgeha Tîpa R’yê were kirin. 
 
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 7’ê Nîsana 2025’an; li girtîgehan herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan rewşa 335’an giran e û 230 jî nikarin bi tena serê xwe hewcedariyên xwe cîbicî bikin. Yek ji girtiyên nexweş ku rewşa wî giran jî Hakki Goren e û li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tê ragirtin. 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê di sala 2018’an de 15 sal û 8 meh cezayê hefsê da Goren. Goren,  4 salan di Girtîgeha Edîrneyê de ma û ji sala 2022’yan heta niha jî li Girtîgeha Tîpa F a Kurkuçulerê ya Edeneyê tê ragirtin. Ji bo amadekirina rapora têkildarî nexweşiyên Goren, di Cotmeha îsal de sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajar a Edeneyê hate kirin. Lijneya tenduristiyê ya nexweşaneyê, ji bo rewşa Goren di 15’ê Cotmeha 2025’an de rapor amade kir û teşhîsa Sekonder Parkînsonîzmê kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku rewşa Goren cidî ye, nikare bi tena serê xwe hewcedariyên xwe cîbicî bike, ji hêla tibbî ve guncav nîne di girtîgehê de bimîne, bêyî alîkariya kesên din nikare sexbêra xwe bike û mayina wî ya di girtîgehê de guncav nîne. Lêbelê di berdewamiya raporê de hat gotin ku Goren dikare li girtîgeheke bi tîpa rehabîlîtasyonê bimîne. Her wiha hat diyarkirin ku tu astengî li pêşiyê nînin ku Goren înfaza xwe li malê temam bike. 
 
'SAXLEM ÇÛ NEXWEŞXANEYÊ, LI WIR NEXWEŞ BÛ’ 
 
Li ser vê raporê, Goren sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê hate kirin. Lêbelê hêj rapora wî nehatiye amadekirin. Malbat û parêzerên Goren, dixwazin Goren înfaza xwe li malê temam bike. Kekê Goren, Faruk Goren, da zanîn ku birayê wî 7 sal in girtî ye, birayê wî saxlem çûye girtîgehê lê li wir nexweş bûye. Goren, got ku tevî rapora nexweşxaneyê jî birayê wî nehatiye berdan û xwest were berdan. 
 
'XESPKIRINA MAF’
 
Parêzerê Goren Azîz Sarî jî got li ser daxwaza malbata Goren a ji bo înfaza cezayê ya li malê serlêdan kiriye lê pêvajo xitimî ye. Sarî, got: “Tevî rapora nexweşxaneyê jî îdareya girtîgehê ev rapor bes nedît û sewqî ATK’a Stenbolê kir. Bi ser re du hefte derbas bûn lê hêj jî ATK’ê bersivek nedaye. Dadgeriya Înfazê ya Edeneyê û girtîgeh dibêjin ku bêyî raporê nikarin biryarê bidin. Ev yek, bi awayekî aşkera xespkirina maf e.” 
 
'SEWQÊN GIRTIYAN TÊN BINPÊKIRIN’
 
Sarî, diyar kir ku pirsgirêk tenê bi miwekîlê wî bisînor nîne û wiha pê de çû: “Li girtîgeha miwekîlê min lê dimîne 5 jê rewşa wan giran bi giştî 19 girtiyên nexweş hene. Li Kurkçulerê û Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind, ji sala 2019’an heta niha sepana lêgerîna nava dev tê ferzkirin ku mezintirîn astengiya li pêşiya mafê tenduristiyê ye. Cendirme vê sepana dijî rûmeta mirovahiyê ferz dikin û girtiyên red dikin jî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Yên qebûl dikin jî li nexweşxaneyê rastî miameleya xerab a kelemçekirina destan tên. Li Girtîgeha Sulucayê 4 jê rewşa wan giran bi giştî 20 girtiyên nexweş hene. Weke mînak; Haci Alagaş ê ser 65 salî re, di 28’ê Mijdarê de krîza dil derba kir û 4 rojan agahî nedan malbata wî.” 
 
'SEPANÊN KEYFÎ’
 
Sarî, axaftina xwe wiha qedand: “Her girtîgehê hikûmxwariya xwe ya SEPANÊN keyfî ava kiriye. Bi guhertinên di Qanûna Înfazê re dikare rê li ber van sepanên keyfî û astengiyan were girtin. Ji bo pêvajoya heyî bimeşe, divê îktîdar gavan biavêje lê naavêje. Ji bo civakîbûna pêvajoyê divê bi hezaran girtiyên nexweş bênb erdan. Divê miwekîlê min ji bo tedawiyê neşînin girtîgeheke din, divê were berdan. Ev rapor ji bo tehliyeya wî bes e lê bi zanebûn nayê tehliyekirin.” 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen