STENBOL - Îdianameya der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ku 105 jê girtî 407 kes pê tên darizandin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 40'emîn a Stenbolê ve hat qebûlkirin.
Îdianameya der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 40'emîn a Stenbolê ve hat qebûlkirin.
Di îdianameyê de 105 kes girtî 407 kes cih digirin û ji bo Namzetê Serokkomariyê yê CHP'ê û Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenboê Ekrem Îmamoglû yê girtî heya 2 hezar û 430 salan ceza tê xwestin.
Di îdianameyê de ji 142 "çalakiyan" ji bo Îmamoglû ceza tê xwestin. Her wiha 6 kes jî bi "rêveberiya rêxistinê" tên tawanbarkirin. Navê van kesan wiha ye:
*Serokê Klûba ÎBB Sporê Fatîh Keleş
*Serokê Şîrketa Anonîm a Medyayê Mûrat Ongûn
*Serokê Îştirakên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ertan Yildiz
* Karsaz Mûrat Gulîbrahîmoglû
*Karsaz Adem Soytekîn
* Huseyîn Gun
