Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin

  • rojane
  • 09:08 25 Mijdar 2025
  • |
img
RIHA - Ahmet Taş ê OHD'î diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî û li ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin û got: "Tevî pêvajoyê jî binpêkirinên mafan her ku diçe zêdetir dibin."
 
Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dest pê kir, bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan, berdana wan û verastkirinên hiqûqî dihat payîn, lêbelê binpêkirinên li girtîgehan berdewam dikin. Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê, ku yek ji girtîgehên herî zêde binpêkirinên mafan lê rû didin, tê de girtî û ziyaretvanên wan rastî lêgerîna tazî tên, girtî sirgûnî girtîgehên din têne kirin û dema tehliyeya wan tê dirêjkirin.
 
Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa  Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Ahmet Taş, diyar kir ku ew gotinên ku dibêje piştî destpêkirina pêvajoyê pêşketinek erênî li girtîgehan çêbûye, rastiyê nîşan nade. Taş bal kişand ser dirêjkirina înfazê û binpêkirinên mafan li gorî yên ku ji raya giştî re têne ragihandin girantir in û her ku diçin zêdetir dibin û destnîşan kir ku di sirgûnan, şewitandina înfazê, lêgerîna tazî û sepanên li ser girtiyên nexweş bûne polîtîkayeke sîstematîk. Taş anî ziman ku rewşa li girtîgehan bi gotinên aştî û demokratîkbûnê re li hev nayê.
 
KÊMBÛN NE JI BER TEHLIYEYÊ LÊ JI BER SIRGÛNÊ YE
 
Ahmet Taş bal kişand ser kêmbûna hejmara girtiyan li girtîgehên Rihayê di mehên dawî de û diyar kir ku ev ne pêşketineke erênî ye ku ji raya giştî re tê ragihandin, berevajî vê encama polîtîkayên sirgûnê ye û ev tiş got: "Ji destpêka vê pêvajoyê ve dirêjkirina înfazê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi lez didomin. Em nikarin bibêjin ku ev di bin siya hiqûqî û demokrasiyê de dimeşe. Ji ber ku di sala 2023 û 2024’an de jî înfaz bi hincetên keyfî dihatin dirêjkirin. Li ser vê yekê, hê jî înfaz tên dirêjkirin. Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê hejmara girtiyan kêm bû, lê sedema vê kêmbûnê ne tehliye ne, polîtîkayên sirgûnê ne. Girtiyên vir ji malbatên xwe dûr sirgûnî deverên din hatine kirin."
 
ÎNFAZA GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊ DIRÊJKIRIN
 
Taş rave kir ku heta niha li girtîgehên Rihayê tu pêşketineke erênî çênebûye û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê tu gav nehatine avêtin û girtîgeh jî ji vê bi erênî bandor nebûne. Tu gaveke şênber tune. Salên borî jî îsal jî pirsgirêk berdewam dikin. Berî her tiştî, rastiya herî mezin a girtîgehên li Tirkiyeyê girtiyên nexweş in. Astengiyên li pêşiya berdana girtiyên nexweş didomin. Li Girtîgeha Rihayê, bi qasî ku em pê dizanin, herî kêm 9 girtiyên siyasî yên nexweş hene, rewşa 6 ji wan giran e. Tevî vê yekê jî, girtiyên nexweş nayên berdan. Berevajî vê înfaza girtiyên nexweş tê dirêjkirin."
 
LÊGERÎNA TAZÎ TÊ NORMALÎZEKIRIN
 
Herwiha Taş, bal kişand ser lêgerîna tazî ya ku demeke dirêj e li girtîgehan tê ferzkirin û destnîşan kir ku hemû hewldanên di vî warî de bêencam mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev pirsgirêk demeke dirêj e didome. Em bi rêveberiyê re diaxivin, parlamenter bi pêşniyarpirsên xwe ji Wezareta Dadê dipirsin, lê tu bersivek erênî nayê dayîn. Me gilî kir, lê ev jî feyde nekir. Di Hezîrana 2025'an de, Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê ya Rihayê li ser vê pirsgirêkê rapor amade kir. Rapor ji yekîneyên têkildar û dozgeriyê re hat şandin, lê di qonaxa niha de tu guhertin çênebûye. Ev pirsgirêka lêgerîna tazî nexasim li ser girtiyên siyasî tê sepandin. Di hevdîtinên bi girtiyên din re, heta niha tu giliyên li ser vê yekê nehatine nînin. Aliyekî din ê pirsgirêkê jî bêhişmendiya gardiyanan e. Wan perwerdehiya der barê ka lêgerînê negirtine. Di hevdîtinên me yên bi midur û sergardiyanan re, ew bi israr dibêjin ku lêgerîna tê kirin negihîştiye asta tacîz û lêgerîna tazî. Ew dibêjin ku lêgerîna tê kirin li gorî rûtînê ye û ji prosedûrê derneketine. Lê dema mirov li prosedûrê dinêre, lêgerîneke ku mirov aciz bike, nîşan dide ku ev sepan di nav lêgerîna tazî û acizker de ye. Tevî vê yekê jî, îdare vê qebûl nake. Ji ber vê yekê, ev rewş li Tirkiyeyê, bi taybetî li ser girtiyên siyasî û yên din, bûye polîtîkayeke klasîk."
 
ZIYARETVAN JÎ RASTÎ LÊGERÎNA TAZÎ TÊN
 
Taş diyar kir ku ji bilî lêgerîna tazî ya li ser girtiyan, xizmên wan ên ku ji bo ziyaretê tên jî rastî lêgerîna tazî tên û got: "Rojên borî, kurê Mehmet Serhat Polatsoy, Tekoşîn Şoreşker, çûbû serdana bavê xwe, ew jî rastî lêgerîna tazî hatine. Herwiha di van rojan de, agahiyên ku ji me re hatin, diyar dikin ku xizmên girtiyan ên ku diçin serdanê, rastî lêgerînên ku digihîjin asta lêgerîna tazî tên."
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN HER KU DIÇE ZÊDETIR DIBIN
 
Taş bal kişand ser pirsgirêkên din ên li Girtîgeha Rihayê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Niha girtiyên siyasî yên li T-1 sewqî T-2 hatin kirin, lê kelûpelên wan nêzî mehek û nîv e nehatine dayîn. Tevî daxwaz û serlêdanên wan jî, hê jî kelûpelên wan nehatine dayîn. Pirsgirêkeke din jî dirêjkirina înfazê ye. Ev rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê bi taybetî ji bo girtiyên siyasî veguheriye dojehê. Di demên dawî de înfaza Heskî Polat ê li Girtîgeha T-2 a Rihayê tê ragirtin, hat dirêjkirin. Herwiha înfaza Mehmet Yazar û girtiyê 30 salî Ahmet Tunelî jî di rojên borî de hatin dirêjkirin. Dema me ji girtiyan helwesta lijneyan pirsî, me dît ku pirsên siyasî ji wan tên kirin. Pirsên mîna 'hûn li ser rêxistinê çi difikirin?', 'We poşmaniya xwe anî ziman, em ê we berdin' berdewam dikin. Li Tirkiyeyê li derve siyaseta nerm xuya bike jî, rastiya girtîgehan ne li gorî atmosfera demokrasiyê ye. Binpêkirinên mafan li vir her ku diçe zêdetir dibin."
 
MA / Melîk Varol