ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 25 Mijdar 2025
  • |
img

*PKK ku wekî "Apoyiyan" di sala 1973'yan de derket ser dika dîrokê û îsal xwe fesix kir, bi têkoşîna nîvqirnî gelê Kurd ê hebûna wî tune dihat hesibandin, kir aktorekî sereke yê siyasî.

* Endama Kogreya Star Jiyan Hisên, diyar kir ku êrişên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ên li dijî gelên Elewî û Durzan, careke din girîngiya rêxistinkirina li ser bingeha parastina cewherî nişan daye û got: “Jinên Elewî jî rizgariya xwe di sîstema Rêveberiya Xweser de dîtin.”
 
* Ahmet Taş ê OHD'î diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî û li ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin û got: "Tevî pêvajoyê jî binpêkirinên mafan her ku diçe zêdetir dibin."
 
* Xwendekarên jin ên ku ji bo Rojin Kabaîşê beşdarî çalakiyan bûn, rastî "tacîza dijîtal" a kesên ku tê îdiakirin polîs in, hatin. Pêşniyarpirsa DEM Partiyê ya ku mijar xiste rojeva Meclisê, bêbersiv ma.
 
* Hat diyarkirin ku Burhan Nas ê ku tevî astengdariya wî ya zihnî heye cezayê muebeda giran lê hatiye birîn û du sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin û nikare hewcedariyên xwe jî bi cih bîne.
 
* Jina ku ji ber gefa girtina birayê xwe ketiye tora fihûşê, qala tora fihûşê ya li Licê kir û bangî rêxistinên jinan kir. 
 
* Di nava beşên Şaredariya Agirî de gavên "nûnertiya wekhev" hatin avêtin. Cîgira Hevşaredara Agiriyê Benazîr Aydemîr Kayayê diyar kir ku ew istixdamkirina jinan girîng dibinin û di nava beşa şêwirmendî û çapemeniyê de nûnertiya wekhev hatiye cîbicîkirin.
 
*Parêzer Nêrgiz Gornaz, polîtîkayên necezakirinê yên di sûcên li dijî jinan de nirxand û got: "Pergaleke ku hewl dide ceza nede faîlan heye." 
 
* Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk biryara CHP'ê ya têkildarî çûna Îmraliyê rexne kir û got: "Madem hûn dibêjin ez partiya yekemîn im, wê demê hûn nikarin xwe ji dûrî meseleya Kurd bihêlin." 
 
* Koordînatorê Giştî yê Ekopolîtîkê nivîskar Ahmet Tarik Çelenk, biryara CHP'ê nirxand û got: "Ev tê wê wateyê ku CHP hêj ji kodên xwe yên berê qut nebûye."  
 
* Aborînas Ozgur Muftuoglû da zanîn ku ji bo sala pêş 2.1 trîlyon budçe ji bo şer hatiye veqetandin û got: "Budçeya 2026'an dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke." 
 
* Ajansa Welat ku par bi dirûşma "Deng û Rengê Welat" dest bi weşanê kir, ji bo pêşxistina Kurdî bi roleke mezin radibe û bi nûçeyên xwe ji polîtîkayên bişaftinê re dibe bersiv. 
 
* Danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok ku li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik doz lê hatibû vekirin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-15.00)
 
* Li gelek bajaran dê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. (12.30-20.00)
 
* Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê dê rapora xwe ya tundiyê ya sala 2025'an li Parka Koşuyoluyê aşkera bike. (12.30)
 
* Bi boneya 25'ê Mijdarê dê bi pêşengtiya TJA'yê û bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ber bi jiyana bê tundî û azad ve" ji pêşiya Girtîgeha Kevin heta semta Ofîsê meş were lidarxistin. (16.00) ZINDÎ