HATAY - Li navçeya Belenê agir bo galeriyaya wesayîtan ket. 2 kes mirin.
Li navçeya Belen a Hatayê agir bi galeriyaya wesayîtan a di bin avahiyeke 7 qatî de bû, ket. Di demeke kurt de agir gur bû û bi hemû avahiyê ket. Tîmên agirkujiyê yên sewqî cihê bûyerê hatin kirin, şêniyên avahiyê bi nêrdewanê rizgar kirin û 2 kesên ku bi wê telaşê hewl dan xwe ji şewatê xelas bikin û reviyan, li texma nêrdewanan jiyana xwe ji dest dan. 14 kesên ku bandor ji duxanê girtin jî sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin.
