ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 19 Mijdar 2025
  • |
img
* Jinên li Efxanistanê, bi rêbazên têkoşînê yên ku li dijî rejîma Talîbanê pêş dixin, dev ji berxwedanê bernadin. Pashtana Durranî got: “Divê em biryarên xwe bi xwe bidin. Ne zilamên li derdora me, ne civaka gerdûnî û ne jî aktorên navneteweyî, divê em bibin xilaskarên xwe.”
 
* Şaredariyên DEM Partiyê yên ku bi pergala hevşaredariyê tên rêvebirin ji bo projeya "bajarên azad" dest bi kar kirin. Şaredariyan li 5 bajaran û 36 navçeyan 23 navendên jinan vekirin û zêdetirî 145 projeyên jinan pêk anîn.
 
* Serokên bajêr ên Partiya Saadet, Partiya DEVA û CHP’ê, ji bo pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk ve hat destpêkirin mayînde be, diyar kirin ku divê tavilê gavên qanûnî bên avêtin.
 
* Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Amedê Berfîn Elçiyê diyar kir ku zarok di warê mafên xwe yên tenduristî, stargeh, perwerde û jiyanê de bi gelek binpêkirinan re rû bi rû tên. Berfîn Elçiyê anî ziman ku dewlet polîtîkayên ku gelek binpêkirinên li dijî zarokan girantir dikin pêk tîne û got: "Erka dewletê ne alîkariya zarokan e, dayîna mafên wan e."
 
* Bêrîvan Kutlu,  yek ji kesayetên girîng ên têkoşîna azadiya jinan a Botanê, di tevahiya jiyana xwe de bi berxwedana xwe ya li dijî zilmê dihat nasîn. Tevî grevên birçîbûnê, qeyûman, binçavkirin û girtinan jî, Bêrîvan Kutlu di têkoşînê de israr kir û mîrateyeke berxwedanê hişt.
 
* Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bandorên texmînî yên hevdîtina Trump-Şara nirxand û diyar kir ku divê hemû gelên Sûriyeyê daxilî pêvajoya siyasî bên kirin. Kurd, diyar kir ku divê Tirkiye siyaseta xwe biguherîne û piştgiriyê bide guftûgoya bi Şamê re.    
 
* Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku ATK'ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de encamên DNA'yê salek piştre aşkera kiriye û got: "Vê jî pêvajo dirêj kir. ATK'ê heta niha jî ji bo veşartina îşkenceyê hewl da." 
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî dê were şopandin.
 
* Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê dê li Navenda Kongre û Çandê ya Zanîngeha Dîcleyê bi xwendekarên zanîngehê re bên gel hev. (14.00)