ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 10 Mijdar 2025
  • |
img
* Parêzer Rojhat Ozgokçe diyar kir ku li Wanê tevî tevdîrên "ewlehiyê" jî bazirganiya madeyên hişbirê zêde dibe û temenê bikaranînê heta 10-12'an ketiye. Ozgokçe, diyar kir ku çareserî, rêxistiniyên bi şêwazê komunê ne. 
 
* Di demekî pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd didome de xebatên sîxûrkirinê yên dewletê jî zêde bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mehmet Salih Coşkun, diyar kir ku di nava mehekê de 8 kesan ji ber zexta sîxûrtiyê alîkariya hiqûqî ji wan xwestiye. 
 
* Dê rewşa rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî bê şopandin.
 
* Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê dê bi boneya meha 121'emîn a qetlîamê li ber Îstasyona Enqerê li Îstasyona Enqerê daxuyaniyekê bide. (10:00)
 
* Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren dê li Tesîsên Şehmus Ozer konferanseke çapemeniyê li dar bixe. (11:00)
 
* TJA bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê, dê starta çalakiyên li Sêrtê, li bajarokê Ziyaretê (Veysel Karanî) bi daxuyaniyê bide destpêkirin. (13:00)
 
* Berxwedana 223 karkerên ku li Wanê ji aliyê qeyûm ve ji kar hatine derxistin dê di roja 103'emîn de bidome û bi pêşengiya Şaxa OHD'ê ya Wanê li ber avahiya Dadgeha Wanê daxuyaniyek were dayîn. (14:30)