ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 9 Mijdar 2025
  • |
img
* Li bajarê Wanê ku tevdîrên "ewlehiyê" yên zêde lê hatine girtin, her kolana wê bi mobeseyan tê şopandin, bi dehan nuqteyên lêgerînê hene. Lê tevî vê jî bi tonan madeyên tiryakê dikevin bajêr. 
 
* Welatiyên Wanê yên ku gotin divê dewlet li hemberî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd gavan biavêje, destnîşan kirin ku aştî bi yekalî nabe.
 
* Meryem Erbey a ku di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir, got: "Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî û azadiya Rêbertiyê ye."
 
* Jinên Ocaxa Dêrsimê yên ku ji bo aştiyê civiyan, gotin: “Em bi hemû baweriya xwe hewl didin ku ji bo dawîlêanîna rondikên dayikan berpirsyariyê li xwe bigirin.”
 
* TJA, dê li Êlihê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê bide. (13.00) ZINDÎ
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di çarçoveya "Hevdîtinên Aştî u Civaka Demokratîk" de li avahiya DEM Partiyê ya Osmaniyeyê bi gel re bicive. (15.00)
 
* TJA, dê têkildarî çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, li avahiya DEM Partiyê ya Akdenîzê daxuyaniyê bide.  (15.00)