BEDLÎS - Li Bedlîsê di çalakiya "darbeya siyasî" ya 4'ê Mijdarê de, daxwaza berdana girtiyên Doza Kobanê û şandina qeyûman hat kirin.
Rêxistinên bajêr û navçeyên Bedlîsê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera operasyonên siyasî yên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 4'ê Mijdara 2016'an de hatin kirin, daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk beşdarî daxuyaniyê bûn. Çalakî li ber avahiya DEM Partiyê ya Tetwanê hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê de pankarta bi kurdî û tirkî "Derbeya 4’ê Mijdarê 2016 li dijî îradeya gelê me, aramî û demokrasî hat kirin" hat vekirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Sîdar Karaçelîk diyar kir ku heta niha biryara binpêkirina girtina siyasetmedaran nehatiye bicihanîn. Karaçelîk got: "Di 4'ê Mijdara 2024'an de bi tayînkirina qeyûman Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Elîh û Xelfetî re ev darbeya li dijî vîna gel careke din dewam kir."
Sîdar Karaçelik Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê bi bîr xist û got: "Israra berdewam a li ser rejîma qeyûm yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya îrade, demokrasî û azadiyên gel e. Divêtiyeke pêvajoyê ye; dev ji rejîma qeyûm berdin, şaredariyan bidin xwediyên wan ên rastîn û tavilê hemû girtiyên ku di doza kûmpasê ya Kobanê de hatine girtin, bi taybetî Fîgen Yuksekdagê û Selahattîn Demîrtaş, serbest berdin."
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
