Der heqê Şenbayram ê li dijî tacîza li zarokan hatiye kirin nobet digirt lêpirsîn vekirin

  • rojane
  • 13:31 5 Mijdar 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Der heqê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê yê Şirnexê Adnan Şenbayram de ku li dijî betalkirina cezayê hefsê yê Burak Ercan ê li Cizîrê tacîza zayendî li xwendekaran kiribû tev li çalakiya nobetê bûbû, lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Şaxa komeleya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şirnexê, li dijî betalkirina cezayê hefsê yê Burak Ercan ê li Cizîrê tacîza zayendî li gelek xwendekaran kiribû, “Nobeta Edlaetê” dabû destpêkirin. Bi hinceta ku tev li nobetê bûye, der heqê Hevsrokê Şaxê Adnan Şenbayram de lêpirsîn hate destpêkirin. Şenbayram tevî parêzerê xwe çû Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û ji ber îdiaya “agahiyên xelet bi gel re parve kiriye” îfade da. 
 
Şenbayram, di îfadeya xwe de got ku çalakiya wan sê hefteye didome û ew ji bo edaletê û pêşerojeke azad a zarokan çalakiyê dikin. Gotina Şenbayram a “Her roj li Kurdistanê zarok bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê tên û tên kuştin” weke sûc hate nîşandan û Şenbayram bertek nîşan da. Şenbayram, got: “Kurdistan, ji hêla dîrokî ve pênaseya erdnîgariyekê ye. Îstîsmar û mirinên zarokan bi awayekî sîstematîk zêde dibin. Dosyayên têkildarî îstîsmarkirina zarokan û mirinên wan tên vehêlandin. Ez vê sûcdariyê qebûl nakim.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ 
 
Şenbayram, piştî îfadeyê ji ajansa me re axivî û got ku çalakiya wan 3 hefteye didome. Şenbayram, got: “Em bang li her kesî dikin ku tev li danişîna di 20’ê Mijdarê de bibin. Em dixwazin dadgeh biryareke adilane bide. Çi dibe bila bibe em ê her tim ji bo zarokan daxwaza edaletê bikin.”