ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 16 Cotmeh 2025
  • |
img
* Ahmet Turk ku ji pirsgirêkên xwe yên tenduristiya heya jiyana xwe ya siyasî, bersiva pirsan da û parve kir ku Turgut Ozal beriya agirbesta 1993'yan gotibû: "Her kes dê were û daxwaznameyek pêşkêş bike. Ev zerf dê pênc salan neyê vekirin. Ger sûcekê nekin, dê tu lêpirsîn neyê vekirin."
 
* Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve û xwestin ku komîsyona li meclisê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê  bike û dewlet ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên berbiçav bavêje.
 
* Endamê komîsyonê Celal Firat destnîşan kir ku piştî civînên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê raporeke demkî were amadekirin û got ku divê komîsyon di nav du hefteyan de biçe Îmraliyê.
 
* Dermanê kurmancî ku şûna tiba nûjen digire, li Kurdistanê ji aliyê jinên "şîfakar" didome. Ji kesên vî karî dikin Rabîa Algorê ji hêla jinan ve domandina şîfakariyê wiha rave kir: "Mêr zêde bala xwe nadin nebatan û axê. Lê mereqa jınan heye."
 
* Şêniyên Wanê diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, Abdullah Ocalan xwedî roleke sereke ye û divê tavilê komîsyona li Meclisê Abdullah Ocalan guhdarî bike.
 
* Karkerên ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji kar derxistî, çalakiya xwe ya ji bo vegerin karê xwe di roja 78’an de didomînin. Karkeran, got ku ji wan tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
* Di rapora pisporan a ku piştî 6 salan der heqê Evîn Çîçekê ya sala 2019’an de li Erdîşê ji ber nebûna tevdîran li Bendava Morgedîkê jiyana xwe ji dest dabû hatiye amadekirin de DSÎ û qeyûm biqisûr hatin dîtin.
 
* Danişîna yekemîn a doza rojnamevan Berîvan Kutlu ya ku ji ber parvekirinên medyaya dijîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (11.00)
 
* Rojnamevan û ekolojist Hakan Tosun ê ku hatibû qetilkirin, piştî meşa ber bi Cemxaneya Nûrtepeyê ve dê li Goristana Ayazaga ya li Sariyerê bê definkirin. (13.00)
 
* Ji bo Rojîn Kabaîşê dê ji Qeymeqamtiya Rezan a Amedê ber bi Goristana Yenîkoyê ve meş bê lidarxistin. (13.00) ZINDÎ
 
* Endamên KESK’ê ku ji bo xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin dîsa vegerin ser karê xwe meş dabûn destpêkirin, li pêşberî Navenda Giştî ya KESK’ê daxuyaniyê bidin. (16.00)