Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê

  • rojane
  • 09:48 8 Cotmeh 2025
  • |

AMED - Metîn Yaşa ku di dema komploya li dijî Abdullah Ocalan de di girtîgehê de bû û piştî 30 salan hate berdan, got: "Heta ku Serok di girtîgehê de be dê tecrîd bidome. Divê komîsyon lê guhdarî bike. Çareserî li ba wî ye."   

 
Komploya navneteweyî 9’ê Cotmeha 1998’an ku bi derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir û bi 15’ê Sibata 1999’an bi anîna Tirkiyeyê re domiya, rastî bertekên tund hat. Berteka herî tund jî girtîgehan nîşan dan. Girtiyan, di pêvajoya komployê de dest bi çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” kirin. Gelek girtiyan xwe şewitandin û jiyana xwe ji dest dan. 
 
Metîn Yaşa ku di dema komployê de di girtîgehê de bû, di sala 1991’ê de li Amedê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) cezayê muebbedê lê birî. Yaşa, ku 30 salan di girtîgehê de ma, di sala 2021’ê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê hate berdan. 
 
HEDEFÊN KOMPLOYÊ  
 
Yaşa, da zanîn ku di pêvajoya komployê de li Trabzonê di girtîgehê de bû û got: “Di pêvajoya ewil de me pêvajo tam fêm nedikir. Bi komployê re ne tenê kesek lê gelek hedef hatibû girtin. Li dijî rêberê gelekî komplo hat lidarxistin. Bi komployê re fikr û ramanên Rêbertiyê hedef hatin girtin. Hêzên komploger, dixwestin Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin. Bandora Rêbertiyê ya li ser gelan dîtin. Biçûya ku derê li wir bandor li mirovan dikir lewma ev komploye kirin. Sedema derxistina Serok a ji welat ew bû ku bêbandor bikin.” 
 
ÇALAKIYÊN ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’   
 
Bi domdarî Yaşa diyar kir ku ne mînakeke komployeke bi vî rengî hebû ne jî mînakeke dijderketina wê û wiha pê de çû: “Li dora Rêbertiya xelekeke ji agir hate avakirin. Girtiyan, pêşengtiya berxwedanê kirin. Ez jî tev li çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûm û bûm şahidê wê. Yavuz Guzel, xwedî seknekî şoreşger bû. Dema ew heval bi mirov re bû, dê bibêjî qey gelek heval li dora te ne. Kesekî pir bi sebir bû, moralê wî xweş bû û kesekî têgehiştî bû. Tu gotin bi têrî vegotina Guzel nakin.” 
 
Bi domdarî Yaşa bal kişand ser Halît Oral ku pêşengtiya çalakiyan dikir û ev tişt anî ziman: “Her tim behs dihat kirin ku Serokatî pir baş fêm kiriye. Jixwe hemû şehadet jî di vê çarçoveyê de çêbûn. Armanc ne xweşewitandin û bidawîkirina jiyana xwe bû. Wateya van şehadetan a esasî, fêmkirina fikrên Rêber Apo bû. Hevalê Halît Oral jî ev yek fêm kir û wisa xwe şewitand. Dê ev çalakiyên li zindanan bidomiyan lê Serok Apo got ‘Hûn dikarin bi awayên cuda jî xwedî lê derkevin.’ Bi vê yekê re şehadetên li girtîgehan jî bi dawî bûn.” 
 
‘BI MILYONAN KES BI RÊBERTIYÊ RE BÛN’   
 
Di berdewamê de Yaşa anî ziman ku di her salvegera komployê de girtî çalakî û xwepêşandanên cuda li dar dixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komploger dihatin şermezarkirin. Rojên hevdîtinê hebûn. Dema bi Rêbertiyê re hevdîtin nedihatin kirin, çalakiyên derneketina hevdîtinan hebûn. Li hemberî çalakvanên li dora Rêbertiyê bûne xelekeke ji agir, mirov ji xwe şerm dikir. Di roja komployê de rojî dihat girtin. Lê ev têr nedikir. Lewma mirov nedikariya ji van re bibêje çalakî. Me dikariya tiştên mezintir, rêyên cudatir biceribînin. Em behsa 27 salan dikin.” 
 
Yaşa, got ku tevî her kêmasiyên xwe jî bi milyonan kes li dora Abdullah Ocalan bûne xelek û wiha axivî: “Serok dibêje; ‘Ez bi tenê me lê milyonan kes li cem min in.’ Bi milyonan kes li cem Rêbertiyê bûn lê Rêbertî jî di nav milyonan kesan de bû. Heke ev nehatibûya dîtin, dê komploger bigihiştina armanca xwe. Xeleka ji agir li dora tu kesekî ava nebû. Divê her kes li ser vê bifikire. Ev tê wê wateyê ku van mirovan Rêbertî fêm kiribû. Xwedîderketina li Rêbertiyê di esasê xwe de xwedîderketina li xwe ye. Bi xwedîderketineke jirêzê nabe. Rêber Apo weke şexsek tê dîtin lê wisa nîne. Nûnertiya dîrokekê dike. Çiqas xweşikî, başî li cîhanê hebin tevek li dora xwe civandiye. Lewma bêguman dê komplo giran bûya. Pergalê bi vî rengî tola xwe hil dida.” 
 
'KOMPLO PARÇE PARÇE BÛ’  
 
Yaşa, da zanîn ku di encama berxwedanê de komplo parçe parçe bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek Kurd nîne ku xwedî li fikr û ramanên Serok dernekeve. Lewma komplo parçe parçe bû. Rêbertî her tim xizmetê ji mirovahiyê re dike. Xwe bexşî mirovahiyê kir. Divê mirovahî û Kurd vê baş fêm bikin.  Heke behsa exlaq û wijdanê bikin, divê ev neyê jibîrkirin. Rêbertiyê her tim demokrasî, aştî û azadî xwest.”
 
Yaşa, diyar kir ku komplo, di demên pêş de bi tecrîdê domiya û bal kişand ser komîsyona li Meclisê ku naçe serdana Abdullah Ocalan. Yaşa, got: “Naxwazin biaxivin. Tu ewqas diaxivî lê çima nahêlî ew jî biaxive? Ji ber ku bandorê li mirovan dike. Naxwazin rastî bandorê li mirovan bike. Ji Serokatiyê ditirsin. Ji ber vê tirsê jî tecrîd dikn. Heta ku Serok li Îmraliyê be, ev tê wê wateyê ku tecrîd didome. Wî bi xwe xwest komîsyon were avakirin û diviyabû ji ewil ew bihata guhdarîkirin. Çare li wir e. Serok rêya çareyê vedike. Heke em behsa aştî û demokrasiyê bikin, divê li gorî wê tevbigerin.” 
 
Yaşa, axaftina xwe wiha qedand: “Parastina wî, parastina av, ax û hewayê ye. Azadiya Rêber apo, azadiya xweza, av, hewa û axê ye. Karekî cidî ye; mijara behsa xeberê azadiya Rêbertiyê ye.” 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel