DÊRSIM - Malbata girtî Dîlan Barînê dema ji bo hevdîtinê diçû Erzînganê, di rê de qeza kir.
Malbata Dîlan Barîn a li Girtîgeha Jinan a Erzînganê dihat ragirtin, dema ji bo hevdîtinê diçû Erzînganê, di rê de qeza kir. Wesayîta malbatê wergeriya û di qezayê de 3 jê jin û yek jî zarok bi giştî 6 kes birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Hat zanîn ku rewşa endamên malbatê baş e.