Ji bo meşa 17’ê Îlonê li Wanê belavok hatin belavkirin

  • rojane
  • 15:30 15 Îlon 2025
  • |
img
WAN - Platforma Saziyên Demokratîk dê di 17’ê Îlonê de li Wanê bi dirûşma “Gel, ji bo mafê hêviyê yê rêberê xwe dimeşin” meş were lidarxistin. Ji bo tevlibûna meşê, belavok hatin belavkirin. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 17’ê Îlonê de li Amed, Wan û Mêrsînê bi dirûşma “Gel, ji bo mafê hêviyê yê rêberê xwe dimeşin” meşan li dar bixe. Amadekariyên ji bo meşê didomin. Ji bo meşa ku dê li Wanê were lidarxistin, li navend û hemû navçeyan belavok hatin belavkirin. Di dema belavkirina belavokan de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û  “Jin, jiyan, azadî; wê azad bike rêbertî " hatin berzkirin. 
 
Meşa li Wanê dê di 17’ê Îlonê saet di 17.00’ê de li pêşiya Wan AVM’ê dest pê bike û li Qada Bajar bi dawî bibe.