ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 15 Îlon 2025
  • |
img
* Roja ewil a civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê îro dest pê bike. Di civînê de dê were lêkolînkirin bê Tirkiyeyê di mijara “mafê hêviyê” de gav avêtiye yan na. 
 
* Rêveberê Şaxa OHD’a Mêrdînê Alî Kahraman diyar kir ku binpêkirina mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkence û miameleya xerab a PMME’yê ye û got ku mafê hêviyê nabe mijara bazarê. 
 
* Lîstikvana îranî Shaghayegh Norouzi, diyar kir ku berxwedana “jin, jiyan, azadî” ku 3 sal li pey xwe hişt, jin veguherand kirdeyê û got: “Jin êdî li benda guherînê nînin, ava dikin.” 
 
* Ji berê heta niha kiras û fistan yek ji sembolên çanda Kurdan bû û niha di çarçoveya moda û bazirganiyê ji cewhera xwe tên qutkirin. Şehrîban Ozdemîr ku her tim kiras û fîstanan li xwe dike, got: “Em bi fîstanê xwe hebûn ji ber ku nasnameya me bû. Lê niha ev çand tê tunekirin.” 
 
* Xelkê Amedê diyar kir ku di pêvajoya heyî de tu gavek ji dewletê nedîtine. Amediyan, banga jidilbûnê li dewletê kirin û xwestin komîsyona li Meclisê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike. 
 
* Têkildarî rûxandina goristanên li Kurdistanê bi navê “Hey Hawar” belgefîlmek hat kişandin. Derhênerê belgefîlmê Caner Dara got ku bi texrîbkirina goristanan re tê xwestin ku bîra gelê Kurd were tunekirin. 
 
* Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Nazli Turanê diyar kir ku li girtîgehên bi ewlekariya bilind, tîpên S û R’yê îzoloasyon û tecrîdeke giran heye û xwest civak li dijî vê rewşê dengê xwe xurtir derxîne.  
 
* Şaxa OHD'a Rihayê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên il girtîgehên Tokat, Osmaniye û Rihayê li avahiya şaxê bi daxuyaniyekê aşkera bike.  (12.00) 
 
* DAKAP, dê bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê ji Qada Şêx Seîd heta Mizgefta Mezin meşê li dar bixe. (17.00)