Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû

img
STENBOL - Mitînga 1’ê Gulanê ya li Stenbolê bi daxwazên wekhevî, azadî û demokrasiyê bi dawî bû. 
 
Mitînga 1’ê Gulanê ku li Qada Rihtimê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê hat lidarxistin, bi dawî bû. Tevî baranê û hewayê sar jî bi hezaran kes tev li bûn. Di mitîngê de daxwaza ji bo aştî, wekhevî, azadî û jiyaneke demokratîk derketin pêş. Her wiha peyama têkoşîna karker û kedkaran hate dayin û bal kişandin ser pêwîstiya bi têkoşîna hevpar. 
 
DIRÛŞM 
 
Di tevahiya rojê de li qadê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Maf, hiqûq, edalet”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Mitîng, bi stranên Grup Munzurê û bi gerandina govendê bi dawî bû.