Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene

ENQERE - Ciwanên ku mohra xwe li pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Tandoganê dan, bal kişandin ser derhiqûqiyên li Tirkiyeyê û ji îktîdarê re gotin: “Heke hiqûq tune be, kolan hene.” 

 
1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li Enqereyê bi pêşengtiya KESK, dÎSK TMMOB û ATO’yê li Qada Tandoganê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Mitîng, bi dirûşma “Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser kevin” hat lidarxistin. Bi deh hezaran welatiyên di serê sibehê de di derketina AKM Metroyê de kom bûn, bi pankart, flama û dovîzan ber bi Qada Tandoganê ve meşiyan. Girse, piştî 4 noqteyên lêgerîn kete qada mitîngê. 
 
TEVÎ BARANÊ JÎ GELEK KES TEV LI BÛN
 
Tevî baranê jî gelek partiyên siyasî, sendîka, odeyên pîşeyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên jin û ciwanan, xwendekarên zanîngehê, teqawid û karker tev li bûn. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” hate berzkirin. 
 
CIWAN Û JIN LI QADÊ BÛN
 
Tevlibûna xurt a jin û ciwanan bal kişand. Ciwanên ku li dijî bêpêşerojiyê û bêhiqûqiyê peyamên berxwedanê dan, li qada 1’ê Gulanê dirûşma “Heke hiqûq nebe, kolan hene” berz kirin. Bi hezaran xwendekarên zanîngehê ji kampusan mil dan milên hev û bi dirûşma “Em ê pergala kedxwariyê hilweşînin” têketin qadê. 
 
DIRÛŞMA ‘BIJÎ SERO APO’ OLAN DA
 
Meclisa Ciwanan a HDK’ê jî bi dirûşma “Bi rêxistiniya cewherî em pêşeroja sosyalîst ava dikin” tev li pîrozbahiyê bû. Li qadê gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da. Jinên Kurd jî bi pankarta “Bijî têkoşîna azadiyê jinê ya ji bo civaka demokratîk” li qadê bûn. 
 
ROJNAMEGERÊN HATIN QETILKIRIN NEHATIN JIBÎRKIRIN 
 
Rojnameger jî li dijî sansurê dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin. DFG û MKG’ê jî pankarta “Çapemeniya azad, civaka demokratîk” û bi wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku hatibûn qetilkirin, lşi qada 1’ê Gulanê cihê xwe girtin. 
 
Di pîrozbahiyê de peyamên berxwedanê hatin dayin.