Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN -1’ê Gulanê li Şengalê hate pîrozkirin û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Ked, azadî ye” hate bibîrxistin. 
 
Şaredariya Gel a Şengalê bi beşdariya hemû kedkarên şaredariyê û hemû endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê li Xanesorê 1’ê Gulanê pîroz kir. Beriya şahî dest pê bike, Şaredariya Gel bi amadebûna welatiyan û endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî wateya rojê daxuyaniyeke çapemeniyê bi ûnîformayên xwe yên kar da.
 
Daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Sîba Şêx Xidir Elmas Nayîf ve hate xwendin û hate diyarkirin ku îro roja serî rakirina li ber kedxwariyê ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev roja têkbirina kedxwarî û serîrakirina li ber wê ye. Kedxwarî bi destpêkirina zîhniyeta desthilatdariyê re dest pê kiriye. Karker û kedkar mirovên herî zêde bi keda xwe jiyan dikinin, cîhanekî aram û aştiyane dixwazin. Lewma divê herî zêde kedkar û karker li dijî şer, pevçûn, zilm û zordarî û ne heqiyê derkevin. Ev sîstema desthilatdariyê li ser keda kedkar û karkeran ava bûye. Ev nîzam êrişê karker, kedkar û jinan dikin. Ev nîzama desthilatdar a dewletan civakê diperçiqîne, dike xulam û koleyan ava dike. Heman nîzame civakê lewaz dike, aboriyê qut dike û mihtacê xwe dike. Bi vî awayî nizama xwe bi kolekirina karkeran ava dike.”
 
‘EM TÊKOŞÎNA WIJDANÎ Û EXLAQÎ DIDIN’
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Weke civaka Êzidî me bi hezarî salan bêyî ku mihtacê kesî bibin, bi keda xwe jiyan kiriye. Em bi hevkarîdayîna hev û keda xwe dijîn. Em niha têkoşîna aborî, wijdanî û exlaqî didin. Bi vê boneyê em roja têkoşîn û berxwedanê, roja xwe dibînin. Em weke gele Êzidî vê rojê weke roja xwe dibînin, ji ber em hemû kedkarin.
 
‘KED, AZADÎ YE’
 
Wek Rêber Apo dibêje; ‘Ked, azadî ye.’ Mirovên kedkar mirovên bi wijdan û azad dijînin. Em banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo, ji bo karker û kedkaran wekî şansek dibînin û ji bo vê pêvajoyê xebat dikin. Divê kedkar û karker cîhanê ji vê zordariyê xilas bikin. 1’ê Gulana 2025’an li hemû karker û kedkarên cîhanê û Şengalê pîroz dikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî 1’ê Gulanê”, “Bimre zilm û zordarî” û “Bijî Aştî û Civaka Demokratîk” bi dawî bû.
 
Piştî daxuyaniyê li Baxçeyê Şehîd Dijwar bi gerandina govendê roja karkeran hate pîrozkirin.