HDK dê ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ li dar bixe

  • rojane
  • 10:28 18 Nîsan 2025
  • |
img

STENBOL - HDK dê di çarçoveya “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” de sibe li Esenyurtê bi gel re bicive. 

Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) dê sibe di çarçoveya “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” de li navçeya Esenyurt a Stenbolê bi gel re bicive. Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû û Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Stenbolê Ozgul Sakî û Çîçek Otlu dê tev li bernameyê bibin. 
 
Hevdîtin dê sibe saet di 17.00’ê de li Parka Şehîtlerê ya li navçeya Esenyurtê bê lidarxistin.