Malbata Heydaranlu li dijî biryara îdamê dest bi çalakiyê kir

  • rojane
  • 14:32 17 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Hamîd Huseyînnejad Heydaranlu ku ji bo înfazkirina cezayê îdamê birine hucreya yekkesî, li pêşiya Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. 
 
Girtiyê siyasî Hamîd Huseyînnejad Heydaranlu (40) di Tîrmeha sala 2024’an de bi îdiaya “Endamtiya PKK’ê” li Îranê hate girtin û bi îdiaya “xiyaneta li welat” cezayê darvekirinê lê hate birin. Ji bo înfazkirina cezayê darvekirinê, Heyderanlu derbasî hucreya yekkesî hate kirin. Malbata Heyderanlu, ji bo protestokirina biryara darvekirinê li pêşiya Girtîgeha Urmiyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rejîma Îranê ji bo darvekirina Heyderanlu di 15’ê Nîsanê de derbasî hucreya yekkesî kir. Ji parêzerê wî re jî hate gotin ku dê di sibeha Înê de bê bidarvekirin. Li ser vê yekê, malbata Heyderanlu li pêşiya girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kir. 
 
Dayika Heyderanlu, Qezbet Ruzdari beriya niha vîdeoyek weşandibû û li dijî îdamê alîkarî xwestibû.