KCK’ê ji bo Onder daxuyanî da

  • rojane
  • 13:13 17 Nîsan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê ji bo Sirri Sureyya Onder daxuyanî da û diyar kir ku ji ber rola wî ya di pêvajoyê de ew biguman nêzî rewşê dibin û gotin: “Dilê me bi dilê wî yê hêja re lê dide.” 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê xemgîniya xwe ya ji ber rewşa tenduristiyê ya Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder anî ziman û şîfa xêrê jê re xwest.
 
Daxuyaniya KCK'ê wiha ye: 
 
“Serokwekîlê Meclisê yê ji DEM Partiyê û Endamê Heyeta Îmraliyê birêz Sirri Sureyya Onder ji ber nexweşiya dil a ji nişka ve rakirin nexweşxaneyê û emeliyateke giran a ji 12 saetan derbas kir. Mixabin bijîşkan gotin, metirsiya li ser jiyana wî hîn jî dewam dike. Me ev yek bi xemgînî ji çapemeniyê bihîst û hewl dan rewşa rasteqîn fêhm bikin. Beriya her tiştî em jê re şîfaya bi lez dixwazin û ji hezkiriyên wî re sebrê dixwazin. Cihê xemgîniyeke mezin e ku mirovekî hêja ketiye rewşeke bi vî rengî ku bi têkoşîna xwe ya sosyalîzm û demokrasiyê, bi karên xwe yên fikrî û hunerî bûye malê civakê. Hêvî û daxwaza me ew e ku tavilê ji vê rewşê rizgar bibe û di serî de karên ji bo aştî û demokrasiyê hemû karên xwe ji cihê mayî dewam bike. Em dixwazin ragihînin ku di nava daxwaz, hêvî û bendewariyeke bi vî rengî de ne.
 
ONDER BI ROLEKÎ STRATEJÎK RADIBÛ
 
Di demekê de ku li Tirkiyeyê çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd ji nû ve kete rojevê û gavên girîng ber bi diyalogê ve tê avêtin, gelekî girîng e ku Sirri Sureyya Onder ê ku di vê pêvajoyê de bi roleke stratejîk radibû, kete rewşeke bi vî rengî. Ji ber ku Sirri Sureyya Onder karekî girîng meşand û ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêş ve biçe û bigihêje vê astê tevkariyeke girîng kir. Li ser vê bingehê piştî hevdîtina bi Serokkomar û beriya hevdîtina bi wezîrê edaletê re kete nava rewşeke bi vî rengî. Lewma yên ku li Tirkiyeyê alîgirê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd in, divê wate û qîmetê hewldanên Sirri Sureyya Onder hîn baştir fêhm bikin û ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê hîn bi wêrekî bixebitin, hewl bidin.
 
DIVÊ MIROV VÊ REWŞÊ BI GUMAN BIBÎNE
 
Weke ku bijîşkên emeliyat kirin gotin, rewşa heyî rewşeke normal nîne ku timî tê dîtin, rewşeke hêsan nîne. Heke rola Sirri Sureyya Onder a di pêvajoya siyasî de li ber çavan bê girtin, hingî divê mirov vê rewşê bi guman bibînin. Ji ber ku hebûna hêzên hundir û derve yên li dijî pêvajoya aştî û demokratîkbûnê tê zanîn, ku Sirri Sureyya Onder ji bo vê pêvajoyê di nava hewldaneke çalak de bû. Em dixwazin vê fikara xwe bînin ziman û ji hêzên pêwendîdar hemûyan dixwazin ku ji bo ronîkirina vê rewşê bikevin nava hewldanên pêwîst. Ji xwe Rêber Apo di hevdîtinan de bi girîngî bal kişandibû ser vê yekê ku rewşên bi vî rengî dikare biqewime û ji her kesî xwestibû ku bi tedbîr bin û baldar bin. Ji ber vê yekê ev yek bûyereke ku divê bê lêkolînkirin û zelalkirin.
 
DILÊ ME BI DILÊ WÎ YÊ HÊJA RE LÊ DIDE
 
Ji bo serketina pêvajoya bi banga 'Aştî û Çareseriya Demokratîk' a Rêber Apo dest pê kir û bi ked û hewldanên mezin ên Birêz Sirri Sureyya Onder pêş ve çû, em ê hewldanên xwe ji niha û pê ve jî dewam bikin. Hem ji ber baweriya xwe ya bi Rêber Apo û pêvajoyê, hem jî ji ber qedir û qîmetê ku em didin dostê xwe, hevrêyê doza gelê me birêz Sirri Sureyya Onder, em ê vê hewldana xwe zêde bikin û dewam bikin. Em careke din ji wî re şîfaya bi lez dixwazin û dibêjin, dilê me bi dilê wî yê hêja re lê dide."