Curado: Bêyî berdana Abdullah Ocalan pêvajo nameşe

  • rojane
  • 09:04 14 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê MYK’a CUP’ê ya partiya Katalan Blai Taberner Curado, diyar kir ku tevî Abdullah Ocalan bi sedan girtiyên siyasî li Tirkiyeyê hene û bêyî berdana wan mimkin nîne pêvajo bimeşe. 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û ev banga dîrokî li cîhanê deng veda. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Namzetiya Yekitiya Gel a Katalonyayê -  Candidatura d'Unitat Popular (CUP) Blai Taberner Curado têkildarî banga Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got ku ew piştevaniyê didin gelên ji bo azadiya xwe têdikoşin. Curado, diyar kir ku xelkê Katalan jî mîna Kurdfan ji bo azadiyê têdikoşe û got: “Salên dirêj e em piştgiriyê didin gelê Kurd, Filistînî û Baskiyan ku ji bo azadiya xwe têdikoşin.” Curado, got ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo femînîzm, ekolojî û gelên cîhanê bûye çavkaniyeke sereke. 
 
Curado, destnîşan kir ku partiya wan li ser bingeha sosyalîzm, femînîzm û ekolojiyê ji bo serwebûna Katalanan têdikoşe û ev tişt anî ziman: “Mimkin nîne di nava dewleta Spasnî de şoreşeke civakî pêk bê. Spanya, parçeyeke pergala emperyal e. Spanya di nava Yekitiya Ewropayê (YE) û NATO’yê de dewleteke bihêz e. Lewma şikandina dewleteke emperyal, dikare ji bo şoreşên li herêmên din ên cîhanê sûdewer be.” 
 
'BANG FIRSENDEKE DÎROKÎ YE’
 
Bi domdarî Curado anî ziman ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan û Tirkiyeyê, ji bo hemû cîhanê hatiye kirin û wiha got: “Ev bang, piştî mirina bi sedan kesan, birtina bi hezaran kesan, rojnamegeran, aktîvîstan, piştî êrişên Tirkiyeyên yên li Rojava û deverên din ên Kurdistanê yênli dijî gelê Kurd hate kirin. Ev, bangekî dîrokî ye û divê Dewleta Tirk binirxîne. Gelê Kurd dixwaze aştiyane û bi hemû mafên xwe bijî û bi hemû gelên din ên cîhanê re hevkariyê bike. Daxwazeke rewa ye. Em teqez vê bangê weke firsendekê dibînin. Divê em jê re sûdewer bin û ji bo kesek vê firsendê ji dest nede em bi dengekî bilind bînin ziman.” 
 
'HETA OCALAN NEYÊ BERDAN PÊVAJO NAMEŞE’ 
 
Curado, diyar kir ku di serî de gelê Kurd pergala zextê ya li Tirkiyeyê ya li ser gelan divê were nirxandin û got: “Di serî de Abdullah Ocalan, heta ku bi sedan girtiyên siyasî neyên berdan mimkin nîne ev pêvajo bimeşe.”
 
Di berdewamê de Curado da zanîn ku îsal beşdarî Newroza Amedê bûye û bûye şahid ku gelê Kurd piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan. Curado, wiha dom kir: “Bi rastî jî dîtina mirovên ewqas bihêz, ewqas bi têkoşînê re dilsoz lê li hêla din jî bihêvî, bandorê li mirov dike. Ji bo ev banga Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê kirî ji bo Kurdistanê û bi hezaran kesên li her çar aliyên herêmê bibe hêvî, firseneke girîng e. Hêza lîderên cuda yên beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn, hêza hevşaredarên Amedê, lîderên DEM Partiyê û tevgerên jinan bi rastî jî bandor li min kir. Guhdarîkirina wan û parvekirina vê rojê ya bi wan re bi rastî jî tecrûbeyeke sûdewer bû.” 
 
'DIVÊ AZADÎ BÊN MISOGERKIRIN’ 
 
Curado, bi lêv kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo pêşeroja pêvajoya aştiyê pir girîng e û got: “Hewceye em pir bi zelalî der heqê berdana birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û azadiyê de biaxivin. Li gorî min xeyalkirina pêvajoya aştiyê ya di rewşeke ewqas bêhiqûqî de pir zehmet e. Mimkin nîne pêvajo tenê di destê aliyekî de be û bi vî rengî pêvajoya aştiyê bimeşe. Divê kesên di pêvajoyê de cih digirin bi awayekî azad tê de cih bigirin û fikrên xwe bi awayekî azad parve bikin. Divê ev azadî bên misogerkirin.” 
 
'DIVÊ WERE FÊMKIRIN KU MESELE MESELEYA TIRKIYEYÊ YE’ 
 
Bi domdarî Curado daxuyand ku tevî biryara agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî PKK’ê cihê fikaran e û ev nirxandin kir: “Divê ev êriş nekin ku Kurd pêvajoyê bi dawî bikin. Ev demekî dirêj e li Tirkiyeyê otorîterî zêde dibe. Ev rewş, bi girtina bi sedan hevaşedarên Kurd, rojnameger û siyasetmedaran xwe dide der. Piştî bangê, ne tenê li Kurdistanê, tiştên li herêmên din ên Tirkiyeyê û li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hatine kirin jî ji bo gelê Tirk peyameke pir nebaş e. Divê êdî gel fêm bike ku meseleya Kurd meseleya Tirkiyeyê ye û divê Tirkiye demokratîk bibe. Lewma dema meseleya Kurd tê nirxandin, hewceye meseleya demokratîkbûna Tirkiye û herêmê jî were nirxandin.”  
 
Curado, got ku geşedanên piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê li wir diqewimin û meseleya Filistînê nîşan didin ku welatên emperyal derbasî qonaxeke nû bûne û axaftina xwe wiha qedand: “Ev rewş jî cihê fikaran e. Aştiyeke li herêmê dê bandorê li vê pêvajoyê bike. Ji ewil Parlamentoya Katalanan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. Yek ji hedefên partiya me jî cîhaneke aştiyane ye. Divê em dev ji axaftina ser têkoşîna Kurdan bernedin. Hewceye piştevaniya bi Kurdan re ji her demê bêhtir were zêdekirin.” 
 
MA / Hîvda Çelebî
 

Sernavên din

06/12/2025
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin