HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HSD’ê diyar kir ku êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Tişrîn, Sirîn û Qereqozaqê zêde bûne. 
 
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encama berxwedana 24 saetên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya HSD’ê wiha ye: 
 
“Eniya Qereqozaqê; dewleta Tirk a dagirker duh (duşem) li gundê Ceraf ê bajarokê Sirînê yê li başûrê Kobanê komkujiyek pêk anî. Balafireke bêmirov li gund maleke sivîlan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de zarokek şehîd bû û 2 zarokên din birîndar bûn. Dewleta Tirk êrişên xwe li ser gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê bi obusan, tank, roket û hewanan bi zêdetirî 70 guleyan topbaran kirin. Ji ber topbaranê zirarên mezin li mal û milkên sivîlan bûn. Her wiha balafireke bêmirov a dagirkeran rojavayê Qereqozaqê topbaran kir. Di ecamê de ziyanên madî çêbûn.
 
Eniya Bendava Tişrînê; dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva duşemê gundewarên başûr û bakurê bendavê bi obusan topbaran kirin. Ji ber topbaranê gelek mal şewitîn. Balafirên şer jî li derdora bendavê rêzeêriş pêk anîn. Di saetên nîvro de, artêşa dagirker û çeteyên wê bi obusên giran û balafiran avahiyên karkeran ên girêdayî bendavê û herêmên din ên gundewarên bendavê kirin hedef. Di encamê de zirarên madî çêbûn.
 
Di tevahiya rojê de balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Kobanê, Eyn Îsa û gundewarên wê geriyan.”