Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSD’ê Ferhat Şamî têkildarî peymanê axivî û got: “Armanca me rawestandina şer e û dixwazin xelkê Efrîn û Girê Spî dîsa vegera ser xaka xwe.” 

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî têkildarî peymana di navbera Hevserokê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed El-Şara de hatiye îmzekirin, daxuyanî da. 
 
‘DYA ALIYEKE SEREKE YA PEYMANÊ YE’ 
 
Ferhad Şamî, diyar kir ku peymana hatiye îmzekirin gaveke girîng û erênî ye û wiha got: “Îdiayên ku dibêjin dê hêzên Şamê li Hesekê bicih bibin, rast nîne. Tenê îxtîmal heye ku li herêmên sînor bên bicihkirin. Peyman, bi navbeynkariya DYA’yê hate kirin û yek ji aliyên sereke ya peymanê ye.” 
 
DÊ KOMÎSYON BÊN AVAKIRIN 
 
Ferhad Şamî, da zanîn ku komîsyonên dê bên avakirin dê pirsgirêka girtîgehan çareser bike, yek ji komîsyonên tê avakirin dê tenê dê ji bo birêvebirina qada perwerdeyê be û ji bo xwendekarên perwerdeya bi Kurdî dibin bixebite. 
 
‘DI REWŞA DAIŞ’IYAN DE TU GUHERTIN NÎNE’ 
 
Bi domdarî Ferhad Şamî anî ziman ku di rewşa girtiyên DAIŞ’î de tu guhertin dê çênebin û dê dosyaya DAIŞ’iyan di kontrola HSD’ê de be. 
 
Ferhad Şamî, wiha domand: “Tirkiye ev du roj in hêzên xwe li Bendava Tişrînê û derdora Qereqozaqê kom dike. Armanca me ya esasî rawestandina şer e. Her wiha armanca me ew e ku xelkê me yê Efrîn û Girê Spî dîsa li xaka xwe vegere û pêşîgirtina guhertina demografyayê ye.”