Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye

ŞIRNEX - Dayikên Haci Lokman Bîrlîk, Cemîle Çagirga û Hacer Aslan ku di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin, wiha gotin: “Abdullah Ocalan berpirsyartiya xwe bicih anî. Niha dora dewletê ye.” 

Piştgiriya bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 27’ê Sibatê de hate aşkerakirin, didomin. Dayikên, di qedexeya derketina kolanan a 2015-2016'an a li Şirnexê de zarokên wan hatin qetilkirin, piştgirî dan bangê û xwestin dewlet gav biavêje. 
 
Nazîre Bîrlîk ku cenazeyê kurê wê Haci Lokman Bîrlîk li Şirnexê bi wesayîta zirxî ve hatibû girêdan û li erdê hatibû kaşkirin, diyar kir ku hêviya wan ji bangê heye û wiha got: “Divê her kes ji bangê bihêvî û keyfxweş be. Êdî dem hat. Daxwaza min a ji Kurdan û dayikan ew e ku piştgiriyê bidin bangê. Bawer bikin û yekitiya xwe ava bikin. Her tişt bi yekitiyê dest pê dike. Heta ku yekitî nebe, tu tiştek çênabe. Ji îro ve baweriya me zêdetir bûye. Hêviya me ew e ku ev pêvajo rast pêş bikeve. Her wiha em dixwazin gelê me jî mîna gelên din azad bibe û xwedî maf be. Ev maf, bêyî tirsê xweîfadekirin, jiyîn û domandina jiyana xwe ye. Êdî bes e. Gelek êş hatin kişandin, bedelên giran hatin dayin. Me ev êş kişandin û hêvîdarim êdî dilê tu dayikan neşewite. Bangeke min jî ji bo dayikên leşkran e. Divê bibêjin me ev êş kişand lê bila dayikên din nekişînin. Bila di navbera xwe de li ser vê meseleyê biaxivin. Banga min ji bo hemû dayikan e; bila her tim bibêjin ‘Dilê min şewitî lê bila dilê tu kesên din neşewite.’ Heta niha yên ji aştiyê bawer nedikir hebûn lê piştî gava birêz Abdullah Ocalan avêtî divê bawer bikin û bihêvî bin. Hêviya min ew e ku êdî xwîn neyê rijandin.” 
 
'DIVÊ GAVA DEWLET DIAVÊJE MEZINTIR BE’ 
 
Emîne Çagirga ku keça wê Cemîle Çagirga dema li Cizîrê li pêşiya malê dilîst hate qetilkirin û ji ber ku destûra definkirinê nedihat dayin 10 rojan di sarincê de hatibû hiştin, anî ziman ku êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye. Emîne Çagirga, wiha got: “Ne tenê Abdullah Ocalan, divê hemû gel xwedî li vê bangê derkevin. Ji ber ku tu tiştek ji gavên ber bi aştiyê ve tê avêtin xweştir nîne. Abdullah Ocalan bi sala ye girtî ye lê dîsa wan bi xwe xwestin pê re hevdîtinê bikin. Dixwazim dîsa bibêjim, vê bangê em gelek keyfxweş kirin. Ji ber ku tu xêra êş û xerabiyê ji bo tu kesekî nîne. Dilê me şewitî lê dîsa jî em naxwazin tu dayikên din vê êşê bikişînin. Dilê hemû dayikan yek e û ferqa tu kes ji wan ji yên din nîne. Zarokên me şewitandin, kuştin, girtin. Ji bo cenazeyên zarokên me xerab nebin, em mecbûr man di sarincan de veşêrin. Tevî ewqwas êşan jî em naxwazin tu kesek van êşan bijî. Dayik yek e, dil yek e. Bi navê hemû gelan em gelek keyfxweş bûn. Êdî ji vir û şûnde divê AKP-MHP û CHP jî gavan biavêjin. Birêz Abdullah Ocalan berpirsyartiya xwe bicih anî, niha dora dewletê ye. Hewceya gava dewlet diavêje divê ji gava birêz Abdullah Ocalan mezintir be. Dema dayik axivîn, divê hemû kes bêdeng bibe.” 
 
'TEVÎ EWQAS ÊŞAN JÎ EM DIBÊJIN AŞTÎ’
 
Heznê Aslan ku li Cizîrê birayê xwe û du zarokên xwe di dema qedexeyan de winda kir û hêj jî li cenazeyê keça xwe digere, bal kişand ser girîngiya bangê û ev tişt anî ziman: “Bû 10 sal. Lê hêj jî cezayê keça min Hacerê û 10-13 kesên pê re nehatine dîtin. Tevek jî sivîl bûn. Em dixwazin hestiyên wan bên dîtin û gorên wan hebin. Me li her derê banga ‘Em hestiyên zarokên xwe dixwazin’ kir. Ez 48-49 salî me û roja min xwe naskirî heta niha min yek rojeke xweş nejiyaye. Ji ber zexta li me dihat kirin, me ji gundên xwe bar kir û li vir bicih bûn. Zarokên me li vir ji dayik bûn û mezin bûn. Me li vir jî tu xweşî nedît. Heta dibe ku ev axaftina min jî weke sûc were dîtin. Em li ser televîzyonê dişopînin û hêvîdarin tiştên baş çêbibin. Weke dayikên ku gelek êş kişandî û li benda cenazeyên zarokên xwe, em dixwazin şer were sekinandin û ev xwîn bên sekinandin. Em dixwazin her kes li ser xaka xwe azad bijî. Hêvîdarim ev pêvajo neşibe mîna pêvajoyên berê û dewlet gavên rast biavêje. Dixwazim girtî bên berdan û bên cem malbatên xwe. Li gel ku dilê me dişewite jî em dixwazin tiştên xweş çêbibin û me tu caran şer neparast.” 
 
MA / Omer Erdogan