Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin

  • rojane
  • 13:51 24 Çile 2025
  • |
img

AMED - Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn bal kişand ser operasyona binçavkirinê ya li dijî ESP’ê û bang li îktîdarê kir ku dev ji van polîtîkayan berde. 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê têkildarî operasyona binçavkirinê ya li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ku Hevseroka Giştî Hatîce Denîz Aktaş jî di nav de 40 kes hatibûn binçavkirin, daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Abbas Şahîn di daxuyaniyê de şerê li Rojhilata Navîn bi bîr xist. Şahîn, diyar kir ku li rexekî gotinên aştiyê li rexa din jî operasyonên li dijî saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî didomin. Şahîn, wiha domand: “Îktîdar bi taybet jî qanûnan û hiqûqê weke amûra zextê bi kar tîne. Endamên ESP’ê di encama operasyonê de hatin binçavkirin. Ji bo aştiya civakî divê hiqûq ji bo her kesî heman be. Lê îktîdar biisrar hiqûqê ji bo xwe weke mertalê bi kar tîne û li dijî muxalîfan weke amûra zextê bi kar tîne. Lê dê tu caran nekarin encamê bi dest bixin. Dema em li binçavkirinên dawî dinêrin, dibînin ku têkoşîna li dijî barbariya DAIŞ’ê hatiye dayin weke sûc hatiye dîtin.” 
 
Şahîn, anî ziman ku divê îktîdar tavilê dev ji van polîtîkayan berde û got ku ew jî dê berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bînin.