HSD: 9 çete hatin kuştin

  • rojane
  • 12:52 24 Çile 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de 9 endamên komên paramîlîter hatine kuştin û 11 jî birîndar bûn.  
 
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî bersivên tund didin van êrişan. Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; HSD’ê da zanîn ku hêzên wan di 23’yê Çileyê de li gundê Hoşeriyê yê Minbicê û gundewarên bajarê Dêr Hafirê li dijî baregehên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter SMO’yê çalakî li dar xistin. HSD’ê, got: “Di çalakiyan de 9 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn.” Bi domdarî HSD’ê da zanîn ku hêzên wan li gundê Etşana yê li başûrê Minbicê jî li dijî komeke komên paramîlîter û wesayîteke wan çalakî li dar xistin. HSD’ê da zanîn ku hejmara kuştî û birîndarên komên paramîlîter nehatiye zelalkirin. 
 
HSD’ê herî dawî jî got ku wan ev çalakî di çarçoveya mafê rewa yê bersivdayînê yê li dijî êrişên bejahî û hewayî yên domdar ên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter lidar xistiye.